Annen: Di şerê dijî DAÎŞ'ê de hê jî hewceyî bi leşkerên me heye

Wezîrê Berpirs ê Karê Derve yê Elmanyayê Nîels Annen ku serdana leşkerên Elman ên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê kirî got, ''Di vî şerî de hê jî hewceyî bi leşkerên Elman heye''.

Di nav vê mehê de wê zelal bibe bê ka wê ji bo leşkerên ku bi çarçoweya têkoşînê dijî DAÎŞ'ê li Ordin, Iraq û Başûrê Kurdistanê ne wê tezkereyeke nû derbikeve yan na. Hevkarên hikûmetê Demokratên Sosyal ya bi pêşengiya serokwezîr Angela Merkel nedixwestin tezkereya ku wê 31'ê Cotmehê biqede, were dirêjkirin.

Wezîrê Berpirs ê Karê Derve yê Elman ê ji Partiya Demokratên Sosyal (SPD) Nîels Annen piştî vegera serdan leşkerên Elman ên ku li nêzî Hewlêrê perwerdehiya pêşmergeyan dikriin û piştî serdena herêmê ji rojnameya 'Suddeutschen Zeîtûng'', hijmara wê ya îro re axivî û got, ''Fikra ku DAÎŞ têk çû, êdî divê em vegerin mala xwe şaş e''.

Wezîr got li hin herêmên Iraqê DAÎŞ hê jî rêxistiniya xwe dike û got, ''Di serdena xwe de ya li Iraqê min dît ku leşker di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de karekî baş kirine û bi asta herî bilind angajeyî karê xwe bike''. Annen got muxatabên wan ên li Iraqê giraniyekê didine hebûna Elman a li Iraqê, bi asta navnetewî têne naskirin û got, ''Dawwiyê meclîs wê biryarê li ser tezkereyê bide, lê beriya wê divê bi berfirehî em mijarê gotebêj bikin.''

LI NAV SPD'Ê LIHEVNEKIRNA TEZKEREYÊ

Serokê koma Meclîsa Federal a SPD'ê Rolf Mutzenîch got ew li dij e ku tezkere were dirêjkirin. Mutzenînch ji kovara Der Spîegel re axivî got, ''Biya me dawiya peywra leşkerên Elman hat, ku ev 5 sal in bi cih dianîn. Leşkerên Elman piştî 31'ê Cotmehê divê bi temamî ji herêmê vekişin.''

Tebaxê  Wezîra Berevaniyê ya Elman Annegret Kramp-Karrenbauer jî serdana herêmê kiribû, di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de bal kişandibû ser rola Kurdan û gotibû, ''Divê Elmanya vê ji bîr neke. Ji ber vê, perwerdehiya hêzên Kurdan parçeyek ji meseleya ewlehiyê ya Elmanya ye.''