ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Îlona 2019'an.

- Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên HDP'î yên tên kirin wê werin şopandin.

- Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan diyar kir, raya giştî ya Tirkiyeyê ku dibînin neheqî li şaredariyên HDP'î hatiye kirin, divê hîn bêhtir nerazîbûnê nîşan bidin û got, "Divê em bi hev re tevbigerin."

- Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari anî ziman, çalakiyên provokatîf ên li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê beşek ji şerê taybet ê AKP'ê ye û bang li malbatan kir ku nekevin xefika AKP'ê.

- Wezîrê Karên Derve yê Elman Maas bersiv da nameya Parlamenterê Partiya Çep Mîchel Brandt a der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î û got, "Ji bo Tirkiye li dewleta hiqûqê vegere em di nava hewldanan de ne."

- Hate ragihandin, hejmara Tirkiyeyiyên di meha Tebaxê de serlêdana penaberiyê li Elmanyayê kiriye 1306 kes in. Bi vî rengî Tirkiyeyî piştî Sûriyeyiyan herî zêde li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kirine.