Girtîgeha Patnosê bûye kampa Naziyan, we hay jê heye?

Burhan Şik ku li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Patnosê girtiyê siyasî ye, li dijî kirinên ,’’derhiqûqî û dermirovî’’ banga bihistyariyê kir.

Burhan Şik, got, ‘’Kes ji we dengê mirovên li Girtîgeha Tîpa L’yê dibihîse?’’ bal kişande ser rewşa ku ew tê de ne.

Girtiyê siyasî ji girtîgehê nameyek şand û got, şertên jiyanê yên li girtîgehê mîna kampên Naziyan in.

Şik got, ‘’Li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Patnosê li ser jiyana me taloke heye’’ û bang kir ku dawî li van kirinên dermirovî were.

DIŞIBE KAMPA NAZIYAN

Şik di nameye de dibêje ji ber tecrîd û izolasyona li ser wan têkiliya wan a bi derve re hatiye qutkirin, li Girtîgeha Patnosê gavên derhiqûqî û dermirovî tê kirin.

Şik di nameyê de diyar dike piştî ku Midûrê 1. ê Girtîgehê Ahmet Ergun beriya bi salekê tê êşkence, tehde dest pê dike, şertên mirovî û sosyal bi temamî ji holê hatine rakirin, bi dijminatî nêzîtêdayinê li wan dike, zextan wiha zêde dike ku berê mirovan dide xwekuştinê û got, ‘’Ji ber Ahmet Ergun şertên jiyanê ji holê rabûne û Girtîgeha Tîpa L’yê ya Patonsê bûye mîna kampa Naizyan. Ti ewlehiya jiyana me tine.

NAHÊLIN ROJNAME WERIN

Şik got ev salek e nahêlin ku rojname werin, radyoyên wan ji wan standin, bi hinceta ku li ode radyo dîtine cezayê disîplînê didin, girtiyên nexweş nikarin tedawî bibin û wan ber bi mirinê ve dibin. Vê sala dawî mirovên ku tedawiya wan nehatî kirin irin, xwedêgiravî dema ku carinan girtiyan dibin revîrê jî dibêjin hatine sewqkirin lê ti tedawî nayê kirin.

QADÊN HEVPAR HATINE RAKIRIN

Şik her wiha got qadên hevpar jî hatin rakirin û pêdiviyên jiyana rojane jî têne sînordarkirin, dest li ser amûrên wan ên taybet datînin û dirizînin.

ZEXTÊ LI MALBATAN JÎ DIKIN

Şik got her roj bi ser koxuşên wan de digirtin, dest li ser kelûpêlên wan ên taybet datînin, bi zext û heqeretan berê mirovan didin xwekuştinê û qerdiyan dibêjin, ‘’Em dizanin, hûn ê xwe bikujin, hûn ê xwe bişewitînin, daleqînin, ziyanê bidin xwe.’’

Şik got zext û zordariyê ne tenê li ser wan dikin, dema ku malbatên wan têne serdana wan heman zext û zordariyê û heqaretê li wan jî dikin, ji derpê bigirin heta bi goreyan bi navê sehkirinê ji wan dikin û dema ku malbat vî tiştî qebûl nakin jî gefê li wan dixin dibêjin wan bernadin hundir, wan bidin girtin.

AVA GERM JÎ NADIN

Şik bi berdewamî li ser şertên ku tê de dijîn, ava germ nadin wan, dema ku dixwazin wêneyan bigirin nahêlin ji 2-3 kesan zêdetir mirov bi hev re wêne bigirin. Ti hewcehiyên wan nayên dabînkirin, dema ku dixwazin ji kantînê bistînin jî ev daxwaza wan bi cih nayê.

KOMEKE QERDIYANAN HEYE, JI ÊŞKENCEYÊ KÊFÊ DISTÎNE

Girtiyên siyasî yê li Girtîgeha Patnosê Tîpa L’yê Şik got komeke qerdiyanan hatiye çêkirin, pir provakîf e, êrîşkar e û ji êşkenceyê kêfxweş dibe, ne diyar e bê ka kengî wê êrîşê bibin ser kûderê û dema ku ji midûran re ev rewş tê gotin, dibêjin, ‘’em jî nikarin kontrol bikin’’ û bi vî rengî gef li wan tê xwarin. Şik got gelek caran wan dîtiye ku li korîdoran girtiyan dikişinin deverekê, heqaret li wan tê kirin, li wan dixin, wan davêjin hicreyan û dema ku gilih dikin jî ti bersivê nadin wan.

Şik herî dawî got bi rengekî kêfî lêpirsînên disîplînê li ser wan vedikn û têne cezakirin.

‘BILA DAWÎ LI REWŞA BÊHIQUQÎ WERE’’

Şik got, ‘’Gavên kêfî têne ferzkirin, bi navê polîtikayên tretman bi tecrîd û îzolasyonê jiyan tê sînordarkirin, hiqûq û mafê mirovan tê binpêkirin.’’

Şik bang li çapemenî, nivîskar, rewşenbîr, TV, wekîl, partiyan, saziyên wijdanê civakê, saziyên hiqûqî kir ku li ser rewşa wan baldar û bihistyar bin.