Girtiyê Kurd ê cezayê darvekirinê lê hate birîn birin ciheke ne diyar

Girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan ku cezayê lêhate birîn, danê sibehê ji ber sedemên nediyar ji Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê ber bi cihek nediyar ve hatiye weguhestin.

Li gorê rapora Mafê Mirovan a Kurdistanê hêzên ewlekariya Îranê di seet 11:00’an li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê girtiyên siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan weguhestine ciheke nediyar. Tê gotin ku weguhestina ji nişkawe ya girtiyê siyasî Remezan ku cezayê darvekirinê hatiye dayîn, piştî çalakiya nerazîbûn û greva duh a girtiyên siyasî pêkhatiye.

Duh di dema lêgerîna bêserûber a li qayîşa girtiyên siyasî, hêzên taybet ên girtîgehê dest bi lêgerîn, têkdan û desteserkirina kel û pelên kesî yên girtiyên siyasî kiribûn ku rûberûyê nerazîbûneke çend seete ya tevahî girtiyên qayîşê bibûn.

Di Tîrmeha sala bihurî jî piştî ku ji nişkawe ew girtiyê siyasî weguihestine beşa lêpirsînê ya îdareya Îttîlaata Sipaha ya Ûrmiyê û metirsiya pêkanîna cezaya wî, Rêxistina Efuya Navnetewî bi daxuyaniyekê di derbarê rewşa wî girtiyê siyasî fıkarên xwe anîbû ser ziman û daxwaz kiribû ku demildest biriyara darvekirina wî were ragirtin.

Kemal Hesen Remezan beriya niha jî di Cotmeha sala 2016’an bi qasî 6 rojan, Çileya 2016’an bi qasî 10 rojan, Cotmeha 2017’an bi qasî 7 rojan û Tebaxa 2018’an de jî bi qasî 8 rojan bi mebesta wergirtina xwemikurhatinên derewîn û çêkirina tawanên nû ji beşa lêpirsînê ya îdareya îttîlaatê û rêxistina îttîlaata Sipahê ya Ûrmiyê hatibû weguhestin û zext lê hatibû kirin.

Girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan ku 33 salî ji bajarê Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Di 28’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê hêzên ewlekariyê li Ûrmiyê hatibû destgîrkirin û piştî lêpirsîneke 4 mehî ya li navendên îttîlaata Sipah û wezareta îttîlaatê ya li Ûrmiyê hate lêpirsîn, ji girtîgeha navendî ya bajêr re hatibû weguhestin.

Di Tebaxa 2015’an de ji aliyê şaxa 2 a Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyê bi hinceta endamtiya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) 10 sal ceza girtîgehê lê hate birîn û ev biriyare piştî demeke kurt, li gorî destûra dadgeha bilind cezaya wî daket 7 salan.