Li Enqerê di protestoya li dijî qeyûman de 42 kes hatin destgîrkirin

Li Enqerê polîsên êrîş birin ser xwepêşandana protestoyî ya dijî qeyûman û şûnde hevşaredarên HDP’ê yên bajar û nedamên PM’ê jî di nav de 42 kes destgîrkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hêzên demokrasiyê ji bo protestokirina desteserkirina 3 şaredariyê HDP’ê yên qeyûman dagirkirine, li ketina Qada Sakaryayê hatin ba hev. HDP’iyên ji aliyê polîsan ve dor li wan hatin pêçan, destpêkê ji bo kirina çalakiyê hevdîtin bi polîsan re hate kirin.

Hevseroka HDP’ê ya bajar Zeyno Bayramoglû diyar kir ku mafê xwe yên demokratîk bi kar tîne û dixwazin çalakî b ikin. Amîrê polîsan jî ragihand ku Walîtiya Enqerê li Qada Sakaryayê çalakî qedexekiriye û dema çalakî bikin wê mudaxelek bikin.

Girseya gel a li qadê belav nebûn, li ser vê polîsan êrîş bire ser wan. Hevserokên HDP’î jî di nav de gelek kes bi erdê re hatin dirêjkirin û hatin destgîrkirin. Polîsan rê nedan ku xebatkarên çapemeniyê jî dîmen bikişînin û hinek ji wan jî destgîrkirin.

Piştî ku çalakvan hatin destgîrkirin û şûnde herkesên li kolanan polîsan bi mertalên xwe bera wan dan û xwestin ji kolanê derbikevin. Velî Saçikli ê bi Biryarnamaya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ji kar hatibû dûrxitin bi gotinên; ‘Binêrin bibînin polîsên dewletê êdî hene. Bi me re heta mal tên. Binêrin bi me re dimeşin’ nerazîbûn nîşan da. Li ser vê polîsan ew jî destgîrkirin. Di êrîşê de 20 kes hatin destgîrkirin, 2 kes jî piştî Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) û şûnde ew jî destgîrkirin.

Li aliyê din komeke cuda li pêşiya Şaredariya Çankayayê hatin ba hev û qeyûm protesto kirin. Li vir jî polîsan êrîş bire ser komê û 20 kes destgîrkirin.

Navê hinek kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Hevseroka HDP’ê ya bajar Zeyno Bayarmaoglû, Asli Viyan Saraç, Velî Saçilik, Hevberdevka HDK’ê ya Enqerê Fatma Kiliçarslan, Hasert Îrme Korûcû, Rêvebera HDP’ê ya bajar Betul Koca, Fatma Onen û Dîlan Karaer.