Li Enqerê û Stenbolê ji bo girtiyan çalakî kirin

Li Enqere û Stenbolê xizmên girtiyên bal kişand ser rewaş girtiyên nexweş Bahattîn Salhan û Ahmet Salik ên her diçin rewşa wan girantir dibin.

ENQERE

Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 262'yemîn li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê lidar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê, Nûnerên Hewldana Azadiya Ramanê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat daxuyaniya vê heftê da û wiha axivî: “Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Di şert û mercên zor û zehmet de dijîn. Mûayeneyên bi kelepçekirî dewam dikin. Girtiyên nexweş di ringên bêhewa de sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Êdî ev rewşe veguheriye pêkanînên îşkenceyê.”

Kanat, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Bahattîn Salhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê girtin û wiha got: “Salhan di sala 1997’an de ji serê xwe birîndar dibe û dûre tê girtin. ji ber travmaya mejî hat emeliyatkirin. Di tevahiya jiyana xwe de, neçare ku dermanan bi kar bîne. Her ku diçe rewşa wî xerab dibe. Salhan ji ber nexweşiya xwe divê li cihên qerebalix nemîne. Divê dermankirina wî li gorî rûmeta mirovan bê kirin. Em dixwazin Salhan ê rîska wî ya jiyanê heye, bê berdan û bi lezgînî bê dermankirin.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 389'an de berdewam kirin. Komîsyonê dîsa xwest li Qada Galatasarayê çalakiya xwe lidar bixwe, lê polîsan destûr neda çalakiyê. Komisyonê piştî astengiyê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Komîsyonê wêneyê girtiyên nexweş û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin" û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" vekirin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Şevîn Coşkûn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Komîsyonê di çalakiya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê ku beşek laşê wî felç bûye Ahmet Silik (75) ê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê girtin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Taylan Bekin daxuyanî da û xwest Silik bê berdan.

Bekîn, diyar kir ku Silik ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê birîn Girtîgeha Tîpa R a Menemenê û wiha axivî: “Silik 75 saliye û beşek laşê wî felç bûye. Nexweşiyên wî yên prostat, şekir, dil û tansiyona bilind hene. Silik du caran hatiye emeliyat kirin. Silik ê rewşa wî nebaşe, nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne. Saziya Tipa Edlî (ATK) di 16’ê Cotmeha 2018’an de rapora “Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bînê,” da Silik. Her roja diçe rewşa wî xerabtir dibe. Di dema hevdîtina malbatê de jî zarokên xwe nas nake.”

Bekin, di dawiya axaftina xwe de xwest girtiyê nexweş Ahmet Silik demildest bê berdan.