ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Dersimê qedexe hate îlankirin
Dewleta Tirk li Dersimê ji bo mehekê çalakî û aktivîteyên cuda qedexe kir. -
Girtiyê nexweş û siyasetmedarê Kurd nehatin tehliyekirin
Girtiyê nexweş Bayram Demîrhan jî di nav de, siyasetmedarên Kurd nehatin tehliyekirin. -
Wekîla Fransayî li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î bang kir
Parlamentera çepgir a Fransayî Muriel Ressiguier li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î bang li hikumeta Fransayê kir ku li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan bide. -
Daxuyaniya Ewropayê ya der barê desteserkirina şaredariyan
Yekîtiya Ewropayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û diyar kir, ku ev yek dikare bandoreke giran li demokrasiya xwecihî bike. Ji bo çareseriyeke aştiyane jî daxwaza destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya berfireh û bi ewle kir. -
Komîteya Rojava ya Swêdê banga protestokirina şîrketên çekan kir
Komîteyên Rojava yên Swêdê bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku bila şîrketên Swêdê yên çekan difiroşin Tirkiyeyê, protesto bikin. -
KNK ji bo Rojhilatê Kurdistanê civînekê pêk tîne
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wê di navbera 14-15’ê Îlona 2019’an de bi dirûşma ‘Rewşa gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, helwest û çareserî’ Konferansa Şêwira Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê li Stockholmê lidar dixe. -
Desteserkirina şaredariyên HDP'î li Stockholmê hate şermezarkirin
Endamên encûmena Şaredariya Stockholmê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman ên li şaredariyên HDP'î dan. -
Nobedarên vê hefteyê koma ji Saarbruckenê ye
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' vê hefteyê ji aliyê komek ji Kurdistaniyên ji bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê tevlî bû, didome. -
'Qeyûm kevneşopiya darbeyê ye'
Nûnerên Saziyên Elewiyan nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î dan û destnîşan kirin, ku qeyûm kevneşopiya darbeyê ye. -
ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Îlona 2019'an. -
Di xwepêşandana li dijî qeyûman de gelek kes hatin destgîrkirin
Li ser banga Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û tevlîbûna parlementerên HDP’ê li dijî qeyûman xwestin çalakiyekê li Beşîktaşê bê kirin. Polîsan êrîş bire ser çalakiyê û gelek kes destgîrkirin. -
Polîsan êrîş bire ser protestoya qeyûman
Polîsên êrîş birin ser xwepêşandana li dijî qeyûman a li Enqerê, 10 kes bi lêdanê destgîrkirin. -
Li gelek bajaran darbeya qeyûm hate protestokirin
HDP’ê li Şirnex, Riha, Dîlok, Meletî, Dersim û Amedê dagirkeriya qeyûman protesto kir. -
Li Artemêtanê qeyûm anîn ser 4 HDP'yiyan
Li Artemêtanê ya Wanê qeyûm anîne ser 4 endamên meclîsê yên HDP'ê. -
Ronakbîrên ji Meraşê: Em ê jî tevlî berxwedanê bibin
Ronakbîrên ji Meraşê nerazîbûn nîşanî darbeya qeyyûm dan û diyarkirin ku wê bi hemû hêza xwe tevlî nav berxwedanê bibin. -
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê bi ço êrîşî girtiyan kirin
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, li girtiyên siyasî yên ku cezayên hucreyê yên kêfî şermezar dikirin bi ço êrîş hate kirin. -
Hezex kavilên qeyûm radike
Hevşaredarên Hezexê Murat Şen û Songul Erden gotin plansaziya qeyûm ew bû ku gel bidin koçberkirin. -
ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Îlona 2019'an. -
Heyetek ji HDP’ê bi TUSÎAD’ê re civiya
Heyeta HDP’ê ya bi pêşengtiya Hevserokê HDP’ê Seazî Temellî serdana TUSÎAD’ê kir. -
Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan
Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Li Berlînê xwepêşandana 'dest nede xwezaya min'
Li paytexta Elmanya Berlînê komek ji aktîvîst, dostên xwezayê û siyasetmedaran, talana xwezayê ya ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin şermezar kir. -
Forûma aştiyê ya sînemavanan a li dijî qeyûm
Sînemavanên ku di Forûma Aştî û Sînemayê de ya li Stenbolê li hev kom bûn, li dijî tayînkirina qeyûman qala piştevaniya xwe ya bi sînemavanên li bajarên Kurdan û têkoşîna hevpar kirin. -
ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Îlona 2019'an. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê peyama sersaxiyê ji bo Wallerstein da
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo civaknas Immanûel Wallerstein ê 31’ê Tebaxê rehmet kiribû, peyama sersaxiyê weşand. -
Demîrtaş ji dozekê hate berdan
Siyasetmedar Selehattîn Demîrtaş ê ji dozeke di derbarê wî de dihate darezandin, bi biryareke giştî hate berdan.