Şengal û xala 140 a Destûra Bingehîn a Iraqê

Niha piştî 11 salan û bi nêzîkbûna hilbijartinên Parlamenta Iraqê û lawazbûna wan re, daxwaza PDK'ê ya ji nû ve aktîfkirina xala 140'î gelek pirsan dixe bîra mirovan.

Xala 140 a Destûra Bingehîn a Iraqê, ku weke 'Xala Herêmên Nakok' jî tê naskirin, di destpêka amadekirina Destûra Bingehîn a Iraqê de nebû. Piştî ku Destûra Bingehîn sala 2005'an hate amadekirin, nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê wê demê li Iraqê Paul Bremer ev xal li destûra bingehîn zêde kir. Armanc ji vê xalê jî çareserkirina hin herêmên bi nakok ên li Iraqê bû; herêmên Kerkûk, Şengal, Xaneqîn, Zemar, Mendelî, û hin deverên din ên li parêzgehên Nînowa, Diyale û Selahedînê.

Armanca sereke ya xala 140'î ew bû ku ev herêmên nakok, ku di dema rejîma Baas de demografiya wan hatibû guhertin, paşeroja xwe bi awayekî demokratîk diyar bikin. Pêvajoya ku xala 140'î destnîşan kir, ji sê gavan pêk dihat:

1- Asayîkirin; Vegerandina rewşa demografîk a berî sala 2003’yan, ku tê de koçberên ji van herêman vedigeriyan malên xwe û kesên ji derve hatibûn bicihkirin jî derd dikişandin.

2- Serjimêrî; serjimêriya niştecihan li van herêman, ji bo ku hejmara rastîn a her pêkhateyekê bê zanîn ku bi awayek demokratîk werin zelalkirin.

3- Referandum; Piştî asayîkirin û serjimêriyê, gelê van herêman bi referandumê biryar bidin ka ew dixwazin tevlî Herêma Kurdistanê bibin, an girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê bimînin, an jî bibin parêzgehek serbixwe.

Lê di vê xalê de heya sala 2014’an civaka Êzidî tu biryara xwe neda. Piştî sala 2014’an û naskirina fikra neteweya demokratîk ku xwe dispêre fikra Rêber Apo biryara serxwebûn û azadiyê hate dayîn ku ew jî di destûra Iraqê de mafê civaka Êzidî û tevahî pêkhateyên Iraqê ye.

Şengal, ji aliyê erdnîgarî ve girêdayî parêzgeha Nînowayê ye û ti carî bi awayekî fermî bi Herêma Kurdistanê ve nehatiye girêdan. Lê belê, di çarçoveya xala 140'î de , Şengal yek ji wan herêman bû ku diviyabû statuya wê bi rêya referandumê bihata diyarkirin. Civaka Êzidî, ku piraniya wê niştecihên Şengalê ne, di dema rejîma Saddam Huseyîn de gelek zilm û zordestî dîtin û demografiya herêmê bi her awayî hatibû guhertin.

Ji sala 2005’an vir ve, civaka Êzidî her timdi nav agirê vê xalê de ma. Ji ber ku bicîhanîna wê gelek caran hatiye paşxistin û ev yek bûye sedema bê istîkrarî û metirsiyên domdar li ser gelê Êzidî dewam bike.

Wekî ku tê diyarkirin, piştî xiyaneta PDK'ê ya di sala 2014'an de dema ku Şengal ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat dagirkirin û bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û revandin, êdî baweriya civaka Êzidî bi PDK'ê nayê. Niha piştî 11 salan û bi nêzîkbûna hilbijartinên Parlamenta Iraqê û lawazbûna wan re, daxwaza PDK'ê ya ji nû ve aktîfkirina xala 140'î gelek pirsan dixe bîra mirovan.

Hin sedem ji wan jî bi vî rengî ne:

Berjewendiyên siyasî û hilbijartinî di demên hilbijartinan de: Partiyên siyasî hewl didin mijarên hesas û gengeşî bixin rojevê da ku dengdêran bikişînin aliyê xwe. Dibe ku PDK bixwaze xala 140'î weke amûrekê ji bo bidestxistina piştgiriya li deverên nakok bi kar bîne an jî li Şengalê bi cih bibe. Her kes dizane PDK hem di sala 2014’an û hem jî di sala 2017’an de pişta xwe da civaka Êzidî û reviya. PDK her tim xwestiye ku bandora xwe li ser Şengalê û deverên din ên nakok zêde bike.

Guherîna hêzên herêmî piştî bûyerên 2014’an: Li Şengalê hêzên cuda, bi taybetî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Asayîşa Êxîdxanê hatin damezrandin. Ev yek rewşa siyasî û ewlehiyê ya Şengalê guhertiye. Dibe ku PDK dixwaze bi xala 140'î re careke din kontrola xwe li ser herêmê bike û cihê xwe di nava Şengalê de bigire.

Gelek aliyên mijara xala 140'î û Şengalê hene û bi pirsgirêkên dîrokî, siyasî û civakî ve girêdayî ye. Ji bo civaka Êzidî pêwîst e ku çareseriyek mayînde û ewlekarî bê dîtin ku maf û nasnameya xwe, her wisa jî xweseriya demokratîk biparêze û Şengal ji bo tevahî Êzidiyan bibe cihekî aram û ewle.