Fermandarên Iraqê di dema paqijkirina mayinan de mirin

YBŞ’ê û artêşa Iraqê ji bo paqijkirina mayinan xebatek dabûn destpêkirin. Di paqijkirina mayinan de, mayinek teqiya û 2 fermandarên Iraqê mirin.

Hêzên YBŞ’ê û artêşa Iraqê li Şengalê ji bo paqijkirina mayin û bermahiyên şer ên ji ber çeteyên DAÎŞ’ê mane, duh xebatek dabûn destpêkirin. Di dema paqijkirina mayinan de, mayinek teqîya. Di vê teqînê de 2 fermandarên Iraqê mirin û notirvanek jî bi giranî birîndar bû.

MAYINÊN DAÎŞ’Ê PAQIJ DIKIRIN

Li gorî agahiyên ku fermandarê YBŞ’ê Zerdeş Şengalî teqîn li bajaroka Girzêrik pêk hatiye. Ji ber teqînê de 2 fermandarên, tabûra 20’emîn mirine û notirvanek jî bi giranî birîndar bûye. Hate diyarkirin ku fermandarên Iraqê yên bi navê Selam Casim û Behadîn Hadî di teqînê de mirine û notirvanê bi navê Xalid Semir jî birîndar bûye.

Xebatên hêzên YBŞ’ê û artêşa Iraqê li derdora gundên Girzêrik, Tilezêr, Sîba Şêx Xidir ên Şengalê didome û heta niha gelek mayin,hawan û bermahiyên şer hatin komkirin.