Daîreya Koçber û Penaberan a Federal a Elman (BAMF) hejmara kesên ku Tebaxê li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kirin eşkere kir. Li gorî vê yekê bi giştî 11 hezar 76 kesan li Elmanyayê ji bo penaberiyê serlêdan kirin. Li gorî Tebaxa 2018'an ev hejmar bi rêjeya 15 ji sedî kêm bû. Hejmara Tirkiyeyiyan jî bi rengekî eşkere zêdetir bû.
Li gorî daneyên BAMF'ê di meha Tebaxê de 1306 kesên ji Tirkiyeyê serlêdana penaberiyê kirin. Ji Sûriyeyê jî 2927 kesan serlêdana penaberiyê kirin. Bi vî rengî Sûriyeyî di rêza yekemîn, Tirkiyeyî jî di rêza duyemîn de ji bo penaberiyê li Elmanyayê serlêdan kirin. Piştî wan jî kesên ji Iraqê, Efganistanê û Îranê serlêdana penaberiyê kirin.