Dayikên Şemiyê: Pêşiya avahiya HDP’ê navnîşana şaş e

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Kenan Bîlgîn ê ku 12’ê Îlona 1994’an hatibû windakirin, pirsîn. Dayikan bang li dayikên ku li pêşiya avahiya HDP’ê di çalakiya rûniştinê de ne jî kir û wiha gotin; “Cihê ku hûn lê rûnin ne ew der e.”

Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin faîl bên darizandin di hefteya 754’an de xwestin dîsa li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Lê carek din polîsan destûr neda ku dayik li Qada Galatasarayê kom bibin. Dayikên rastî astengiyên polîsan hatin, berê xwe dan ber Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û li peş ÎHD'ê kom bûn. Polîsan dîsa kolana pêş Şaxa ÎHD'ê dorpêç kirin û destûr nedan ku kesên cuda derbasî kolanê bibin. Dayikan dîsa berdilkên ku wêneyê windayan li ser heye û qurnefil istin destê xwe. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû û Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû da tev li çalakiya dayikan bû. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn yê di 12'ê Îlona 1994'an de li Enqereyê hatibû windakirin.

‘LI TIRKIYEYÊ HIQÛQ TUNE; EM DENGÊ XWE BILIND DIKIN’

Keça Fehmî Tosûn ê di 19'ê Cotmeha 1995’an de hatibû destgîrkirin û piştre windakirin Besna Tosûn  daxuyanî da. Tosûn, diyar kir ku bi salan e li aqûbeta windayan digerin, lê heta  niha encam bi dest nexistine. Tosûn, anî ziman ku yek ji belgeyên nîşan dide ku li Tirkiye hiqûq tune ye windakirina Kenan Bîlgîn e û wiha got: "Li Tirkiye daraz û hiqûq tune ye. em carek din qerîna xwe bilind dikin. Em dipirsin û dibêjin We çi kir ji Kenan Bîlgîn? Kenan Bîlgîn 35 salî bû. Di 12'ê Îlona 1994'an de li Dikmenê dema li rawestgeha otobusan rawestiya bû revandin û birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. Di çarçoveya heman operasyonê de 10 kesên din jî hatin destgîrkirin û rastî îşkenceyê hatin. Dema ev kesên hatin destgîrkirin sewqî dadgehê kirin di nava wan de Kenan Bîlgîn tune bû. Wan ji dozger pirsa 'Kenan Bîlgin bi me re bû we çi kir jê?' pirsîn. Dozger jî bersîva 'We eleqeder nake' da. Şahidan agahî dan û diyar kirin ku Bîlgîn wan li Şaxa Tem'ê ya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê dîtine. Dîsa Prz. Murat Demir jî yê wê demê hat destgîrkirin diyar kir ku wî  Bîlgîn li midûriyeta polîsan dîtiye."

‘BI YEK DENGÎ TIRKIYE MEHKÛM KIRIN’

Tosûn, da zanîn ku malbatê wê demê ji bo aqûbeta Bîlgîn bipirsin serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û wiha pêde çû: "Dozgerê Komarê yê Enqereyê Selehattîn Kemaloglu, ji bo Kenan Bîlgîn bibîne ket nava hewldanan, lê ew asteng kirin. Ew ji Enqereyê sirgûn kirin. Li şûna wî Dozger Ozden Tonuk ser dosyayê girt û dosya girt." 

Tosûn, anî ziman ku ji ber hiqûqa navxweşyî encam negirt, malbatê doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û wiha bi dawî kir: "Dadgehê bi hinceta Kenan Bîlgîn di 12'ê Îlona 1994'an de bi zorê hatiye destgîrkirin heta 3'ê Cotmeha 1994'an di destê polîsan de maye, der barê wî de tu girtek nehatine girtin, Tirkiye bi yek dengî mahkûm kirin. Li Şaxa TEM'ê ya di fermana Midûrê Polîsan ê Enqereyê Orhan Taşanlar de rastî îşkenceyê hat. Dayika Kenan Bîlgîn, Fincan Bîlgîn bêyî bigêje kurê xwe koç kir. Em ê têkoşîn û doza dayika Kenan Fîncan Bîlgîn bidomînin û em wê ji bîr nakin. "

‘CIHÊ DAYÎKÊN NE PÊŞIYA AVAHIYA HDP’Ê YE

Birayê Bîlgîn Îrfan Bîlgîn jî cezayê ku li Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu hatiye birîn şermezar kir û wiha got: “Cezayê li Canan hatiye birîn li dijî hqûqê ye. Em bang li dayikên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê runiştine jî dikin û cihê wan ne wir e. Rojnameyên ku heta niha dengê dayikan nabihîzin. Wezîr û rayedarên ku heta niha dengê dayikan nabihîzin, bi lez dengê van dayikan bihîstin. Em jî dibêjin ne hûn em dikarin qêrîn û hawara wan dayikan fam bikin. Ne hûn. Divê hûn aştiyê pêk bînin. Em bang li dayikên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin dikin. Cihê hûn lê rûdinên ne wir e. Cihê hûn lê rûnên pêş buroyên kesên vî welatî bi rê ve dibin e."