Li Bakirkoyê tevî astengiyan jî qeyûm hatin protestokirin

Endamên rêxistina HDP’ê ya Stenbolê tevî hemû astnegiyên polîsan jî tevahî rêya Bakirkoy a Încîrlikê qeyûm protestokirin.

Endamên rêxistina HDP’ê ya Stenbolê tevî astengiyên polîsan jî li Bakirkoyê qeyûm protestokirin. Polîsên ku dor li Qada Azadiyê ya ku wê bi tevlîbûna parlementerên HDP’ê daxuyanî lê bê dayîn girtin, dema ku girse kom dibû banga ku wê mudaxele bikin, kirin.

Polîsên ku dor li parlementerên HDP’ê girtin, rê nedan ku xebatkarên çapemeniyê dîmen bikişînin. Girseya tevî hemû astengî û bendên polîsan tevahî rêya Încîrlikê bi dirûşman meşiyan, peyama ku wê rênedin darbeya qeyûman dan.