Li Enqerê kesên li dijî qeyûman belavok belav dikirin hatin destgîrkirin

Li Enqerê 8 HDP’î yên bi armanca balê bikişînin ser desteserkirina şaredariyên HDP’ê belavok belavdikirin hatin destgîrkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Mamakê li dijî qeyûman belavok belavkirin.

8 HDP’iyên li taxê belavok belav dikirin ji aliyê polîsên hêzên çewîk ve hatin astengkirin, diyarkirin ku nikarin li dijî qeyûman belavok belav bikin û ew destgîrkirin.

HDP’iyên birin Qereqola Yavûz Selîm dest danî ser belavokan.

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Hevseroka HDP’ê ya navçeya Mamakê Nasîhat Varli, Dîlan Karaer, Adem Bûcagi, Huseyîn Çelîk, Celal Ataş, Mehmet Batûr, Ercan Ozbey û Kazim Coşkûn