9 sal û 8 meh ceza dan Kaftancioglû ya CHP’yî

Ji ber parvekirinên li ser tevna civakî 9 sal, 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Seroka CHP’ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglû hate birîn.

Ji ber parvekirinên li ser tevna civakî yên Seroka CHP’ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglû yên navbera salên 2012-2017'an de cezayê girtîgehê hate dayîn.

37’emîn Dadgeha Ceayê Giran a Stenbolê bi sûcê “Propagandaya rêxsitinê kiriye’ salek û 6 meh, bi sûcê ‘heqareta li dijî erkdarê kamûyê’ salek, 6 meh û 20 roj, bi sûcê “Heqareta li dijî Serokkomar” salek û 6 meh, bi sûcê “Biçûkxistina dewletê” salek û 3 meh, bi sûcê “tehrîk kirina gel a ji bo dijminahiyê” 2 sal û 8 meh bi giştî 9 sal, 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da Canan Kaftancioglû.