Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo roja Înê biçin Îmraliyê serlêdan kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dinç, ji bo li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.