Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hate redkirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtinên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana malbatan red kir.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo roja Duşemê biçin Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hate redkirin.

Li aliyê din malbatên girtiyên din Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ku li Îmraliyê tên ragirtin jî bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dabûn, serlêdana malbatan jî hate redkirin.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê, herî dawî di 5’ê Hezîranê û 12'ê Tebaxê de, çûbûn hevdîtinê.