Daxuyaniya îmzeya Bûldan û Temellî li ser ev tişt hate gotin: “Doza ku Selahattîn Demîrtaş jê dihate darezandin bi yekdengî biryara berdanê hatiye girtin, lê li ser rewşê nediyarîbûnek heye. Li şûna ku divê Demîtaş bê berdan, niha bi ser îtiraza dozger a ji bo dadgeha jortir dixwazin dem bidest bixin.”
Hevserokên HDP’ê bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) a berî niha ya li ser berdan a Demîrtaş, hate gotin ku nêzî 3 sal in bê hiqûqî li girtîgehê rehîn tê girtin.”
Di dewama daxuyaniyê de ev tê gotin: “Li holê biryara DMME’yê heye. Li holê her çendî direng jî mabe biryara yekdengiyê ya berdanê jî heye. Li şûna îtiraza dozger a ji bo dadgeha jortir divê biryar bê bicihanîn.
Carekî din bibîr dixin, bê ku serlêdana itirazê biçe dadgeha jortir divê Demîrtaş bi lezgîn bê berdan. Ji bo bê ku bêhiqûqî hew bê domandin, divê gavê pêwîst bên avêti.”