Mûxalefeta demokratîk a Sûriyeyê li Berlînê li hev kom bû

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, nûnerên partiyan û siyasetmedarên ji Sûriyeyê bi banga MSD'ê li paytexta Elmanya Berlînê li hev kom bûn. Di komxebatê de nîqaş li ser avakirina Sûriyeyeke demokratîk hate kirin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di Tîrmehê de ji bo nîqaşkirina rêyên çareseriyeke mayinde ya li herêmê bi nûnerên mûxalefeta demokratîk re li Sûriyeyê û qada navneteweyî dest bi rêze komxebatan kiribû. Komxebat heta niha li Parîs û Viyanayê hatibûn kirin. Herî dawî jî li paytexta Elmanya Berlînê pêk hat.

Komxebata ku Şemiyê danê nîvro dest pê kir û bi rêbaza "workshop" pêk hat, mûxalefeta ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk hewl dide li hev kom kir. Nêzî 40 kesên ji komên cuda yên etnîkî û dînî yên Sûriyeyê beşdarî komxebatê bûn. Hevserokê MSD'ê Riyad Dîrar jî li komxebatê amade bû. Komxebata ku nûnerên gelek partiyên siyasî, orgnaîzasyon û saziyên civakî yên sivîl, her wiha siyasetmedarên serbixwe li hev kom kir, balkêş bû ku îdeolojiyên cuda li hev kom kir.

Hevserokê MSD'ê Riyad Dîrar di destpêka komxebatê de axivî û qala rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Piştre destnîşan kir ku ji bo rêveberiyeke demokratîk a hîn xurtir pêwîstî bi tevlîbûna her kesî û piştevaniyê heye. Dîran ji bo vê yekê jî işrat bi girîngiya diyalogê kir.

SIYASETA DAGIRKERIYÊ YA DEWLETA TIRK HATE ŞERMEZARKIRIN

Di komxebatê de ku ji rêxistinên marksîst ên Sûriyeyî heta partiyên demokratîk ji her beşên civakê tevlîbûn lê hebû, bi giranî rê û rêbazên avakirina Sûriyeyeke demokratîk hatin nîqaşkirin. Di komxebatê de pesnê karên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate dayin.

Di civînê de 'herêma ewle' ya ku di navbera Tirkiye û DYE'yê de biryara wê hatiye dayin hate nîqaşnkirin û nêzîkatiya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî xaka Sûriyeyê hate şermezarkirin. Beşdaran xwestin dagirkeriya li Efrînê bi dawî bibe. Her wiha hate gotin, mûxalîfên li derveyî welat bi taybetî yên li Elmanyayê ji bo paşeroja demokratîk a Sûriyeyê dikarin tevkariyê bikin.

Beşdaran her wiha der barê avakirina mekanîzmayeke ku karibe kongreyekê ji bo hemû hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê pêk bîne nîqaş kirin. Tê payin ku komxebat îro jî bidome û piştre encamname bê ragihandin.