Polîsan xwepêşandana protestoyî ya qeyûman a Bakirkoyê asteng kirin

HDP’yiyên ku xwestin li Bakirkoyê qeyûman protesto bikin hatin ba hev, polîsan ew asteng kirin. Polîsan dor li HDP’iyan girtin.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbol û parlementerên HDP’ê xwestin li Qada Ozgurluk a Bakirkoyê daxuyaniyeke girseyî bidin, lê polîsan rê neda vê yekê. Polîsên bi darê zorê girse ji qadê dûrkirin, Parlementer Mûsa Pîroglû, Zuleyha Gulum û Dîlan Dîrayet Taşdemîr xistin dorpêçê.

Daxuyaniya Rêxistina HDP’ê ya Stanbolê ku dixwestin li Qada Azadî ya Bakirkoyê bê dayîn ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.  Polîsan dor li parlementeran girtin, rê nedan ku xebatkarên çapemeniyê jî dîmen bikişînin.

Welatiyên bi darê zorê ji qadê hatin dûrxistin, bi lêdana çepik û fîtikan ev pêkanîna kêfî protestokirin. Kesekî ku bi darê zorê û lêdanê xwestin destgîrbikin ji aliyê wekîl Zuleyha Gulum ve hate rizgarkirin.

Dorpêça li ser wekîlan dewam dike…