Têkoşînên azadiyê bi fedakarî û biryardariyê herikîna dîrokê diguherînin. Ruhê berxwedanê yê ku Zîlan pêşengî jê re kir, di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bû sembolek. Şehîd Bermal bi çalakiya fedaî re ku 29'ê Cotmeha 1996'an li Sêwasê pêk anî, bendek ji agir li dora Rêber Apo danî. Şehîd Bermal ku bi wêrekî û dilsoziya xwe hêviya li Kurdistanê geş kir, ji Zapê heta bi Rojava li dijî mêtingeriyê mîrateyeke nemir a agirê azadiyê li pey xwe hişt.
Şehîd Bermal (Guler Ortaç) sala 1967'an li gundê Yolagzi yê Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wê xwedî kevneşopiya serhildêr a Kurdistanê, ruyekî berxwedêr ê li dijî mêtingeriya Tirk bû. Hîn yek salî bû malbata wê koçî navenda Êlihê kir. Li nava malbateke welê mezin bû ku demokrat bû û ji têkiliyên feodal rizgar bûbû. Hişmendiya welatparêziyê zû nas kir û bi vê hişmendiyê karakterê wê ava bû. Weke jineke Kurd a wêrek, jêhatî, têkoşer û fedakar mezin bû.
Li nava malbateke ji ruhê serhildêr ê Yolagzi mezin bû. Malbata wê salên 1970'î PKK nas kir û karakterê xwe yê têkoşer bi hişmendiya partiyê mezin kir. Bû xwedî kesayeteke serbixwe. Hîn biçûkanî li cihê xwe nedisekinî, li ber zarokên mêr radibû, zarokeke wêrek bû. Dibistana seretayî qedand û dest ji xwendinê berda. Bi bandora welatparêziya malbatê û hevrêyên ku diçûn mala wan, zû mezin bû. Di 13-14 salî de bi bindestiya li Kurdistanê û zilma pergala mêtingeriyê hesiya. Fêhm kir ku rizgarî bi partiyê dibe û dilê xwe da vê rêyê.
Bermal yeka hişk lê ewqasî jî dilnerm bû, bandoreke mezin li derdora xwe dikir. Sala 1985'an Nûman Bagci nas kir û xwest bi rengekî çalak tevlî partiyê bibe. Têkiliyên kevneşop ên malbatî û jin-mêr red kir û ji bo jiyaneke azad têkoşiya. Malbata wê li pêşberî vê sekna wê ya bi wêrekî biryar da ku wê bizewicîne, lê belê şehîd Bermal got, 'Di dilê min de cih ji hezkirineke din re nîne' bal kişand ser eşqa xwe ya partiyê. Sala 1988'an tevlî partiyê bû. Mal ji bo wê tenê stargehek bû; mala wê ya esasî refên têkoşînê bû.
SALÊN TÊKOŞÎNÊ: BILINDBÛNA JIN A SERHILDANÊ
Salên 1987 û 1988'an beşdarî nava karên partiyê bû. Sala 1989'an li Amedê hate girtin û demekê li zindanê ma. Zindan ji bo wê bû dibistaneke têgihiştinê. Berxwedana Mazlûm, Kemal û Xeyriyan fêhm kir, got 'Dilsoziya bi partiyê, Rêbertî û şehîdan yekane rêya jiyanê li Kurdistanê ye'. Dema ku hate berdan di bin gefên kontrgerîla de kar kir. Ji ber zehmetiyên aboriyê sala 1989'an li Febrîqeya Tekel a Êlihê dest bi kar kir. Li vir jî nesekinî; karkerên jin bi rêxistin kir, ji bo gerîla û zindanê piştgirî kom kir. Bi dilgermî û berpirsyariya xwe bal kişand.
Piştî ku 4 salan xebitî bi rewşê hesiya û ji herêmê çû. Di vê demê de kekê wê Faîk Ortaç û xwarziyê wê Çetîn Abayay ji aliyê kontregerîla ve hatin qetilkirin. Gef li wê jî dihate xwarin. Di Newroza 1990'î de kevirê destpêkê avêt polîsan, agirê serhildanê dada. Weke 'Keça Serhildanê' hate pênasekirin û li her taxê bû Xwişka Şukran. Ji aliyê gel ve hate hezkirin, ji her malê re bû hevrê, ji her dilî re bû hêvî. Sala 1992'an dema ku li gundê Sabe 3 gerîla hatin qetilkirin, gel bi rêxistin kir, bi sînga fermandarê dijmin girt û got, 'Ya tu yê me jî bişewitîne ya jî şehîdên me radest bike'. Dijmin ji tirsa paşve gav avêt.
ZINDAN Û ÊŞKENCE
Di navbera salên 1990 û 1993'an de pênc caran hate girtin, êşkence lê hate kirin lê belê dest ji berxwedanê beneda. Gelek şêweyê êşkenceyê dît. Da ser şopa Kemal Pîr ku gotibû, 'Ji jiyanê ewqasî hez dikim ku di oxira wê de dikarim bimirim'. Got, 'Bedena min parçe bikin jî ez ê xiyanetê nekim'. 40 rojî li hemberî êşkenceyê li ber xwe da û dijmin xist ser rê. Milê wê yê rastê, hestiyên sînga wê şikestî, bedena wê felçbûyî ji zindanê derket. Di Nîsana 1993'an de li Eyaleta Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber hin nexweşiyên fîzîkî hem tedawî dît hem jî ji bo karên gel ji Edeneyê re hate şandin. Di Tebaxa 1995'an de çû Dersimê.
Di vê navberê de di Konferansa Neteweyî ya 4'emîn de ji bo çalakiyên fedaî bêne kirin biryar hate wergirtin. Li Dersim û her goşeya Kurdistanê li dijî gel polîtîkayên hovane yên dijmin dihatin meşandin. Şehîd Bermal ev biryar destpêkê di kesayetiya xwe de xist meriyetê û zanîbû ku tenê bi vî rengî dikare bi ser bikeve. Li hemberî êrîşên hovane yên dijmin û komkujiyan, biryar da ku çalakiya fedaî bike. Zanîbû ku pêkanîna vê çalakiyê bidestxistina ruhê demê û têkoşîna partiyê ye. Di nava mirinê de dixwest jiyanê biafirîne û dilsoziya xwe ya bê dawî ya bi Rêbertî, şehîdan û gel bi rengê herî xurt nîşan bide.
ÇALAKIYA FEDAÎ KIR
Şehîd Bermal di rapora xwe ya têkildarî çalakiya fedaî de hestên xwe yên ji bo Rêber Apo bi vî rengî anîbû ziman: "Serokê min ê hêja! Ez bi hemû hebûna xwe, xwe fedaî gelê xwe bikim jî li pêşberî ked û hewldanên we ne tiştek e. Xwezî ji canê min bêhtir tiştek hebûya ku min bida vê têkoşîna pîroz. Daxwaza min a herî mezin ew bû ku we bibînim, biaxivim û tevlî perwerdeya we ya pîroz bibim. Derfetê vê yekê bi destê min neket. Lê belê bi fermanên we, bi analîzên we, min ji nêz ve we hîs kir. Çi kêfxweşî û serbilindî ye ku hûn rêberê têkoşînekê ne ku bi hezaran mirov di her kêliyê de dikarin di oxira wê de canê xwe feda bikin. Em xwedî rêberekî welê ne ku li hemberî dijminên herî mezin ên cîhanê em ji destpêkirina şerekî bê eman natirsin û li ber her cûre neheqiyan radibin."
29'ê Cotmeha 1996, li Sêwasê roja 'Cejna Komarê' ya dewleta Tirk. Bombe li bedena xwe pêçand û amadekariyên xwe temam kir. Li gel hevrêyê xwe Kendal berê xwe da qada ku çalakiyên cejnê dihatin lidarxistin. Armanca xwe ew bû ku çalakiyeke fedaî li wir bike. Lê belê dijmin ji ber ku ji çalakiyên beriya wê ditirsiya bû, li Sêwasê tedbîrên ewlekariyê wergirtibû. Li kolanên Sêwasê bi bêdengî meşiya. Lê belê li kontrolên dijmin aliqî. Polîs ji şehîd Bermal û Kendal kete gumanan, herdu jî binçav kir. Bermal ji ber ku çarşefa reş li xwe kiribû lê negeriya, bi bombeyên li ser wê nehesiya. Xwînsariya xwe ji dest neda, bi sebir sekinî. Polîs ew birin qereqolê, ji wir jî ji bo lêpirsînê xwestin bibin şaxê têkoşîna li dijî terorê.
Wesayita polîsan hîn beriya bi rê bikeve şehîd Bermal biryar da. Bombe teqand. Wê kêliyê dem sekinî. Wêrekiya Bermal mirin jî hejand. Bi çalakiya fedaî di rêya şehadetê tevlî karwanê nemiran bû.