Milîsên HBDH’ê şewata du kargehên li Stenbolê li xwe girtin

Milîsên HBDH’ê şewata kargeha polyster a li Pendîk û kargeha yatax a li Sûltanbeylê 6’ê Tebaxê pêk hatibûn, li xwe girtin.

 Li gorî daxuyaniya bi îmzeya Milîsên HBDH’ê hate parvekirin ev hate gotin: “6’ê Îlona 2019’an di encama çalakiyeke ya sabotajê kargeha polyster a li Pendîk û kargeha yatax a li Sûltanbeylî ku li qadekî 2000 M² ên Stenbolê ji aliyê Milîsên HBDH’ê yên me ve hatiye şewitandin û bûne xwelî.”

Milîsên HBDH’ê nerazîbûna nîşanî hinek kom çalakiyên wan li xwe digirin, da û got: “ Di rojên dawî de hinek pêkhate bi rêya raya giştî, bi şêwazê ku çalakiyên me bi xwe kirine binixûmînin, çalakiyên me yên me kedek mezin dayî  daxuyaniyên ‘li xwe girtinê’ didin. Em nizanin bê ka çima serî li rêbazên wiha tê dayîn, em dixwazin bidin nîşanda ev rêbaz sûdê  nade têkoşîna eniya hejaran a li dijî faşîzmê.”