Maas bersiv da pirsa der barê qeyûman

Wezîrê Karên Derve yê Elman Maas bersiv da nameya Parlamenterê Partiya Çep Mîchel Brandt a der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î û got, "Ji bo Tirkiye li dewleta hiqûqê vegere em di nava hewldanan de ne."

Parlamenterê Partiya Çep Mîchel Brandt hefteya derbasbûyî ji Wezîrê Karên Derve Heîko Maas re nameyek nivîsandibû û jê xwestibû ku hikumeta Tirk ji ber desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar bike. Mîchel Brandt ku parlamenterê bajarê Karlsrûhe yê Meclîsa Federal e, bi bîr xist ku Karlsrûhe û Wanê mohra xwe danîn binê projeya şaredariya dostaniyê û xwest, rejîma Enqereyê bê şermezarkirin.

Brandt destnîşan kir ku qeyûm li dijî xala şaredariyên xwecihî ya Konseya Ewropayê ye û got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi dûrxistina şaredarên hatin hilbijartin demokrasî û hilbijartin ji holê rakirin."

Wezîrê Karên Derve Maas bersiv da nameya Brandt. Şêwirmendê Maas Dr. Chrıstîan Aûlbach bersiva Maas nivîsî û fikarên xwe yên der barê dûrxistina şaredaran anî ziman. Dr. Aûlbach he rwiha îdîayên ku hikumeta Tirk tîne ziman bi bîr xist.

Her wiha hate ragihandin ku kesên bi hilbijartinê dest bi wezîfeyê kirine ancax bi hilbijartinê dikarin ji wezîfeyê bên dûrxistin û daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê ya der barê qeyûman hate bibîrxistin. Di bersivê de hate destnîşankirin ku Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, qeyûm li Tirkiyeyê demokrasiya xwecihî xistiye rewşeke metirsîdar.

Di bersivê de hate gotin, "Hikumeta federal gelek caran ji Tirkiyeyê xwest ku derbasî nava dewleta hiqûqê bibe. Ji ber ku hikumeta Tirk berpirsyar e ku dewleta hiqûqê pêk bîne. Her wiha hikumeta federal alîgirê wê yekê ye ku li Tirkiyeyê mafên mirovan, dewleta hiqûqê û pîvanên demokratîk pêk bên."