Kûrtûlan: Me plansaziyeke ya cihêreng a çalakiyan amadekiriye

Parlementera HDP’ê ya Wanê Fatma Kûrtûlan diyar kir ku li dijî şaredariya alternatîf a HDP’ê qeyûm hatine danîn, anî ziman ku wê xebatên wan ên ji nû ve avakirina demokratîkbûnê bidome. Kûrtûlan got: “Me plansaziyeke ya cihêreng a çalakiyan amadekiriye.

Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê bê navber dewam dikin. Bi biryara MYK’ê ya asayî ya HDP’ê re hemû parlementer ber xwe dan van sê bajaran. HDP ji bo nexşerêya ji niha û şûnde bê şopandin wê 10’ê Îlon dîsa bicivin. Wê rojeva MYK a HDP’ê desteserkirina qeyûm û îtifaqa demokratîk be.

Parlementera HDP’ê ya Wanê Fatma Kûrtûlan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê bi dawî bûye, di bin navê ji bo xwe demareke yê nefesgirtin û jiyanê êrîşî Kurdan dike.

Kûtûlan anî ziman ku li Wanê, Amed û Mêrdînê gel li kolanan in, bi taybet jin li kolanan in. Em dibînin ku hikûmet tim serî li rêyên şidet û zextê didin. Rêyeke demokratîk ya hikûmetê nîne.”

Kûrtûlan bal kişand ku ji ber ku şaredariyên HDP’ê mînaka şaredariyên alternatîfe û got: “Vê dibînin û ev çend sal in, modela rêveberiyên xwecihî yên partiya me li dijî hişmendiya şaredariyên ranê û yeparêziya li Tirkiyeyê bûye alternatîf. Modeleke demokratîk û civakparêzî ye. Mekanîzmayeke ya ku li her qada civak xwe azad îfade bike ye.”

Kûrtûlan bal kişand ser çalakiyên li dijî qeyûman ên ku rojên pêş bikevin meryetê ev got: “Ji bo çalakiyên cihê reng wê 10’ê Îlonê MYK a HDP’ê bicive. Divê şaredariyên me li gel bê vegerandin. Ev daxwaza gelê me û biryardariya gelê me ya di vê mijarê de diyar e. Me plansaziyeke ya cihêreng a çalakiyan amadekiriye. Xebateke ya me ya li her qadê li ber xwe bide û bi rêxistinên girseyî yên dmeokratîk, jin û her kesê re ava bike heye.”