BI DÎMEN

Ji birîndarên komkujiyê Bozan Kobanê qala komkujiya Kobanê kir

Bozan Kobanê yê di êrîş û komkujiya Kobanê ya 25’ê Hezîrana 2015’an de birîndar bibû got, “Di van êrîşên çeteyan de gelek malbatên me hatin qetilkirin. Hinek kal û pîr nekuştin lê ji wan re gotibûn, ‘Em we dihêlin da ku hûn ji êş û qehran bimirin’.”

Çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê têk çûn, 25’ê Hezîrana 2015’an bi alîkariya dewleta Tirk bi awayekî hov careke din êrîşî gund û navenda Kobanê kirin. Jin û zarok jî di nav de bi sedan mirov hatin qetilkirin.

Bozan Kobanê yê di êrîş û komkujiya 25’ê Hezîranê de birîndar bû û di nav berxwedana li hember wê êrîşa nemerd de cih girtibû, wiha behsa wê rojê dike: 

“Destpêkê ez sersaxiyê ji hemû malbatên me yên şehîdan re dixwazim. Çeteyên DAIŞ’ê pêşî li gundê Berxbatanê komkujiyê pêk tînin. Piştre berê xwe didin navenda Kobanê. Komek çete dikevin mekteba jor a bajêr. Komeke din diçe li ber cadeya 48’an Qada Azadiyê êrîş û komkujiyan pêk tîne. Wesayîteke din a çeteyan ber bi milê sînor ve diçe. Li ber deriyê sînor wesayîtekê diteqîn da ku çeteyên li aliyê din ê sînor ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker ve hatine amadekirin derbasî Kobanê bibin. Bi teqandina wesayîtê re çete dikevin navenda Kobanê. Çeteyan xwestin cadeyên esasî bigirin da ku rê li ber şervanên YPG-YPJ’ê bigirin.
 
Şehîd Rojhat agahî da û got ku tiştekî wiha çêbûye. Dema ez daketim cadeya 48’an, min dît hinek malbat li ser banê xwe dilîlin. Min got ‘Yadê çi çêbûye? Agahiya we ji tiştekî heye?’ Dayikê got, ‘Hevalên me Sirîn ji destê çeteyan derxistine. Ji bo vê fîşek tên teqandin.’ Min jî got, ‘Yadê dîsa jî xwe biparêzin. Ji bo tiştek neyê serê we.’ 

Ez ji wir derbas bûm, ketim cadeya din. Min dît nêzî deh kes li pêşiya min in. Paçên zer bi milên wan ve hebûn. Dema ez dîtim gule li min reşandin. Guleyek li lingê min ket. Ez hinekî paşde ketim û min bombeyek avêt nav wan. Ciwanekê nêzî 15 salî xwest derbasî aliyê din ê cadeyê bibe. Ew ciwan jî gulebaran kirin. Gule li milê wî ket. Min ew ciwan ber bi xwe ve kişand. Şehîd Rojhat li min geriya û got, ‘Xwe bidin aliyekî. Lê zanibin bê çete dikevin kîjan malan da ku em wan dorpêç bikin.’ 

Di van êrîşên çeteyan de gelek malbatên me hatin qetilkirin. Hinek kal û pîr nekuştin lê ji wan re gotibûn, ‘Em we dihêlin da ku hûn ji êş û qehran bimirin.’

Çeteyan li cadeya 48’an gelek malbat girtibûn ji bo weke mertal bi kar bînin kiribûn odeyekê. Hevalê şehîd Salih û hevalê Nezîr jî di nav wan malbatan de bûn. Telefona heval Nezîr pê re bû. Bavê şehîd Salih, bi bombeyê şehîd xistibûn. Me agahî da hevalan. Hevalan di piştê re dîwar kun kirin û ew malbat rizgar kirin. Jixwe piraniya wan zarok û jin bûn. 

Şervanên YPG-YPJ’ê derdora çeteyan girtin. Komeke çete ketibû xaniyekî. Dixwestin dîwar kun bikin da ku derbasî xaniyekî din bibin. Di wî xaniyê din de jî malbatek hebû. Ji wê malbatê kesekî bi navê Elî birîndar bibû. Dayikek hat cem me û got, ‘Çete di xaniyekî li kêleka xaniyê malbata me de bi cih bûne. Dixwazin dîwêr kun bikin û derbasî cem dayika min wan bibin da ku hemûyan şehîd bikin.’ Şervanên YPG-YPJ’ê çûn wê malbatê rizgar bikin. Di şerê li wir derket de şervaneke YPJ’ê gihişt şehadetê. Ew malbat hat rizgarkirin û çete hatin kuştin.”