Belgeya nû: Îdîaya ku wê 13 şaredariyên din jî bên dagirkirin

Du belgeyên nû yên tên diyarkirin ku girêdayî Wezareta Karê Hundir e derketin holê. Di belgeyan de şaredariyên HDP’ê tên hedefkirin. Parêzer Sertaç Bûlûttekîn got: “Ji bo desterserkirina qeyûman a şaredariyên navçeyan amadkarî tên kirin.”

Di demekê de ku nerazîbûnên li dijî dagirkirina sê şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê ku 19’ê Tebaxê hatin desteserkirin didome, belgeyên nû yên tê diyarkirin girêdayî Wezarta Karê Hundir e derketin holê.

Ji parêzerên Baroya Amedê Sertaç Bûlûttekîn,fermanên ji aliyê Midûryeta Giştî ya Rêveberiya Bajaran a girêdayî Wezareta Karê Hundir a Tirk ve hatibû amadekirin li ser hesabê Twîtterê parve kir.

Li gorî Ajansa Mezopotamya Bûlûttekîn got: “Ev nivîs ji aliyê Wezarta Karê Hundir ve hatiye daxwazkirin. Ji bo bi qeyûman şaredariyên navçeyan jî bên dagirkirin bingeh tên amadekirin.”

Di nivîsa 9’ê Tebaxê ji bo Walîtiya Amedê hatibû şandin ev tê gotin: “Di derbarê navên kesên li tebloyê li xwe digirin de agahiyên giştî bên bicihkirin, heta demê kar a 16.8.2019’anbi dawî bibin, bi hêvîne agahiyan bişînin Wezareta me.”

Di belgeya din a 16’ê Tebaxê de ya bi sernava ‘Qonaxên darazê yên ji walîtiyan tên’de ya di vê belgeyê de agahiyên li ser hevşaredarên navçeyên Bismil,Pîran, Çinar, Gêl, Erxanî, Hezro, Peyîzava, Lice, Karaz, Pasûr,Farqîn, Sûr û Yenîşehîr yên Amedê li xwe digirin. Hemû navçeyên navborî ji aliyê HDP’ê ve tên birêvebirin.

Parêzer Sertaç Bûlûttekîn ê diyar kir ku hevşaredara Sûrê Filîz Bûlûttekîn wekîle, destnîşan kir ku li ser nivîsa ji bo 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran ew ji mijarê agahdar bûne.

Bûlûttekîn wiha domand: “Midûryeta Giştî ya Rêveberiya Bajaran li ser navê Wezareta Karê Hundir xebatê dike. Di derbarê serokên şaredariyan de dinêrin bê ka dozek, lêpirsînek heye an na.Em ji vê xebatê wisa difikirin ku amadekariyên danîna qeyûman dikin. Ji bo danîna qeyûman amadekarî û bingehê hiqûqî amade dikin.”

Bûlûttekîn desteserkirina şaredariyên Wan û Mêrdînê ya ji aliyê qeyûman ve bibîr xist û got: “Di derbarê xebateke mîna vê ji bo hevşaredarên navçeyeyên van bajaran wê bê kirin ne xwedî ti agahiyekêne.”