ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Îlona 2019'an.

- Ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi dirûşma "Bi Rêbertî bimeşe, faşîzmê tine bike" ji bajarê Bonnê dest bi meşa dirêj dikin.

- Hêzên Sûriyeya Demokratîk, nûnerên partiyan û siyasetmedarên ji Sûriyeyê bi banga MSD'ê li paytexta Elmanya Berlînê li hev kom bûn. Di komxebatê de nîqaş li ser avakirina Sûriyeyeke demokratîk hate kirin.

- Dewleta Norwêcê ku serlêdana penaberiyê ya aktîvîsta jin Gulîzar Taşdemîr red kir û ew radestî Tirkiyeyê kir, ji binpêkirina mafên mirovan sûcdar hate dîtin.

- Alîkara Şaredarê bajarê Gavle yê Swêdê Gin Akugl Hajo desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP'î şermezar kir.