HDP’ê cezayê li Kaftancioglû hate birîn şermezar kir

Partiya Demokratîk a Gela (HDP) cezayê li Seroka CHP’ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglû hatî birîn şermezar kir û wiha got; “Cezayê tolhildanê darbeya li siyaseta demokratîk e.”

Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê û Parlametnera Êlihê Ayşe Acar Başaran 9 sal, 8 meh û 20 roj cezayê li Seroka CHP’ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglû hatî birîn şermezar kir.

Başaran wiha domand; “Di şexsê Canan Kaftancioglû de tifaqa AKP-MHP’ê dixaze hemû pêkhateyên ku di hilbijartinê de ew têk birine ceza bike. Em diyar dikin ku li beramberî vê kampanyaya cezadayînê ne û piştevaniya Canan Kaftancigolû dikin.

Ev tolhildana cezayê darbeya li siyaseta demokratîk e. Li beramberî van darbeyên wiha helwesta Partiya Demokratîk a Gelan diyare. Em ê muxalefeta siyasî û civakî bihêztir bikin; siyaseta demokratîk mezintir bikin; daxwazên aşitî, wekhevî û demokrasiyê bilindtir bikin, hêvî û piştevaniyê bidin jiyîn.”