ROJANE
Hemû Nûçe
-
Operasyonên qirkirina siyasî li Kadikoyê protesto kirin
HDP jî di nav de gelek partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên li Kadikoyê hatin ba hev, operasyonên qirkirina siyasî ku li dijî ESP’ê ku li 12 bajaran pêk hat, protestokirin. -
Tirsa Walîtiya Êlihê ya ji berxwedêrên zindanan
Di demekê de ku berxwedana zindanan a li dijî tecrîda li Îmraliyê dom dike, Walîtiya Êlihê biryara ‘qedexekirinê’ derxist. -
HDP'ê derheqê girtina partiya wan got: Hûn ê berdêla vê bidin!
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got yên ku bi HDP'ê nikarin, nîqaşa girtina partiyê vekirine û got, ''Hûn ê berdêla vê bidin.'' -
Li Wanê salekê 2 hezar û 410 carî mafên mirovan hate binpêkirin
Şaxê ÎHD'ê yê Wanê ragihand ku li bajêr di nava sala 2020'î de 2 hezar û 410 caran mafên mirovan hatine binpêkirin. Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet xwest, tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin. -
Yekîneyên Tolhildanê li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê çalakî kirin
Yekîneya Tolhildanê yên Şehîdên Behdînanê li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê li dijî faşîstên AKP-MHP'yî û hevkarên wan ên sûc çalakî kirin. -
Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe
"Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê" ku ji aliyê ÎHD, TTB, OHD, TÎHV û ÇHD'ê ve hate avakirin, diyar kir ku divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên li girtîgehan bi dawî bibin. -
Operasyona qirkirina siyasî ya li ser ESP'ê
Bi operasyona qirkirina siyasî ya li ser ESP'ê, Hevserok Ozlem Gumuştaş jî di nav de 48 kes hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Fîrmayeke dî jî nema parçeyan dide SÎHA'yên Tirk
Şîrketa Andaîr a Ingilîz biryar li ser da ku parçeyan nede amûrên hewayî yên bêmirov ên Tirk ên bi Bayraktar. -
Jinên Tîrêjên Rojê li pênc bajaran çalakî kirin
Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku yekîneyên wna li Stenbol, Tekîrdag, Edîrne, Yalavo û Sakaryayê gelek wesayit û kargehên faşîstên AKP-MHP'yî şewitandine. -
Têkildarî 10 wekîlên HDP'î fezleke hate amadekirin
Têkildarî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û 9 parlamenterên HDP'î bi hinceta ku di dema serhildana Kobanê de di nava MYK'ê de bûn, têkildarî Omer Farûk Gergerlîoglû jî ji ber parvekirina têkildarî dayikên girtî, fezleke hatin amadekirin. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora 'Girtîgeha Îmraliyê' eşkere kir
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rapora Nirxandina Girtîgeha Îmraliyê ya 2020'î eşkere kir. Di raporê de hate gotin, "Ev sîstema ku timî xwe nû dike, tenê bi wekhevî û azadiya Birêz Ocalan û gelê Kurd dikare ji holê bê rakirin." -
Ji hêza HDP'ê ditirsin
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş desthilata ku pê dizane raqîbê sereke HDP ye û hay ji hêza wê heye, bi vê tirs û dijminatiyê êrîşê tîne ser HDP'ê. -
Sê rêxistinên din jî tevlî kampanyaya 'Dema wê ye' bûn
ELDH, New World Summit û AIDL jî ragihandin ku ew tevlî kampanya rêxistinên KHRAG û COSATU yên Efrîkaya Başûr bûne ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye. -
ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Şîmşek ê têkildarî doza Dînk hate girtin
Berbaz Okan Şîmşek ê îstixbaratçiyê jendermeyan ê demê ku di derbarê wî de ji doza cînayeta Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agost Hirant Dînk biryara lêgerînê hebû, di serdegirtina malê de hate destgîrkirin û piştre girtin. -
2 sal 1 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Karaman birîn
Ji bo Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ê ji aliyê AKP-MHP’ê ve ji erkê hate girtin 2 sal û 1 meh cezayê girtîgehê birî. -
Ji ber çalakiyên piştgiriya Kobanê cezayê muebetê li 7 kesan hate birîn
Li Dîlokê ji ber ku tevlî serhildana 6-8’ê Cotmehê ya çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê bûne li 7 kesan cezayê muebetê hate birîn. -
Li girtîgehên Anatoliya Navîn êşkence li 24 girtiyan hate kirin
Şaxê ÎHD'ê yê Enqereyê, li ser binpêkirina mafên mirovan a sê mehên dawî yê sala 2020'î ya li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn eşkere kir. Li gorî raporê, 9 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, êşkence û kiryarên xerab li 24 girtiyan hate kirin. -
HDP kampanyaya dijî tecrîdê dide destpêkirin
HDP'ê encamnameya kombûna Meclîsa Partiyê aşkere kir û got, ''Partiya me ji bo rakirina tecrîdê ya di rojevê de û bidawîanîna binpêkirinên li girtîhehan wê kampanyayê bide desptêkirin.'' -
Osman Şîban hate berdan
Osman Şîban ê ji helîkopterê hatibû avêtin û îro dîsa hate destgîrkirin, hate berdan. -
Elîaçik: Desthilatdarî li ber çûyînê ye, lewma zextê giran dike
Nivîskar Îhsan Elîaçik diyar kir ku desthilatdarên AKP'ê zanin ku jiyan wê ji niha û pê ve ji bo wan nebaş be û got, "Ji ber vê tirsê xew bi çavê wan nakeve. Ji bo ji desthilatdariyê nekevin, bi her awayî zextê dikin." -
ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Bi çalakiyekê li Fatîhê xwedî li greva birçîbûnê derketin
Rêxistina HDP’ê ya navçeya Fatîhê bi armanca xwedî li daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne derkevin, daxuyaniyek dan. -
HDP: Bahçelî zextê li darazê dike
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Umît Dede got: “Bahçelî zextê li darazê dike û bi vî rengî sûcê destûra bingehî dike.”