Jinên Tîrêjên Rojê li pênc bajaran çalakî kirin

Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku yekîneyên wna li Stenbol, Tekîrdag, Edîrne, Yalavo û Sakaryayê gelek wesayit û kargehên faşîstên AKP-MHP'yî şewitandine.

Li gorî daxuyaniyê 9'ê Çile li Tekîrdag Çorluyê avahiyeke faşîstên AKP'yî û li Edîrne Keşanê jî depoyeke tekstîlê ya karsazekî MHP'yî û sê wesayitên di depoyê de hatine şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin 10'ê Çile li Stenbol Şîleyê depoyeke supermarkêtê, li Buyukçekmece jî 2 TIR û berhemên tekstîlê yên karsazekî MHP'yî hatine şewitandin.

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate diyarkirin 11'ê Çile li Yalova Çinarcikê jî li dijî mala fihûş û tiryakê çalakî hatiye kirin û kesê bi navê Metîn ê AKP'yî ku jinan bi zorê dike rêya fihûş û tiryakê hatiye cezakirin.

Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin 11'ê Çile li Sakaryayê jî sê wesayitên lûks ên faşîstên AKP-MHP'yî hatine şewitandin û 12'ê Çile jî 12 wesayitên ''Kurdên xayin ku destekê didin AKP'ê li Gokturkê ya Stenbolê hatine şewitandin.

Herî dawî hate gotin heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranebe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.