Osman Şîban hate berdan

Osman Şîban ê ji helîkopterê hatibû avêtin û îro dîsa hate destgîrkirin, hate berdan.

Osman Şîban ku di 11'ê Îlona 2020'an de li bejahiya navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê li gel Servet Tûrgût ji aliyê leşkerên derketibûn operasyonê ve hatibû destgîrkirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin. Şîban di serdegirtina mala xwe ya li Mersînê de hat destgîrkirin.

Polîsan ji bo kontrola tenduristiyê Şîban birin Nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê. Piştî lêkolîna li Şîban hate kirin, ji ber ku wê nikaribe bi awayekî fizikî û derûnî îfade bide hate berdan.