ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bêhêvîtiya Tirkiye ya ji Iraqê li pey xwe teqîn anî
Heyeta ku bi pêşengtiya Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar ya di nava hefteyê de ya ji bo Iraqê gelek daxwaz ji rayedarên Iraqê kiribû. Li gorî agahiyan heyeta Tirkiye bê hêvî ji Iraqê vegeriyaye. -
Serdana ji bo hevdîtina bi Abdulah Ocalan re hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên ku ji bo hevdîtinê serdana Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirîn, hate redkirin. -
Hejmara qurbaniyên li Bexdayê gihîşt 30 kesî
Hejmara mirovên ku li navenda paytexta Iraq Bexdayê di êrişên xwekujiyê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt nêzî 30 kesî. -
Beriya çalakiya ji bo greva birçîbûnê polîsan dora avahiyê girt
Beriya çalakiya ji bo balkişandina greva birçîbûnê ya ku ew ê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê li dar bixista, polîsan dora avahiyê girt û gef xwar -
Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî ji penaberên Kurd ên li Yewnanistanê re şand
Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku wan alikarî dane Kurdistaniyên ku li kampa penaberan ya Lavrîon a li Atînayê û bal kişand ser vî tiştî ku ew ê alîkariya wan a ji bo penaberên li Yewnanistanê bidome. -
Kedkarê Heyva Sor a Kurdistanê Îbrahîm Çaçan koça dawî kir
Yek ji kedkarên Heyva Sor a Kurdistanê Îbrahîm Çaçan koça dawî kir. Heyva Sor a Kurdistanê ji malbata wî, civaka Êzidî û gelê Kurd re sersaxî xwest. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 18’an didome
Li wargeha penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê îro bi dewrgirtina koma 18'an didome. -
'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -4
AKP kengî tengav bû qala 'çareseriyê' kir. Mebesta xwe ji çareseriyê jî ew bû ku gerîlayên Kurdistanê çekê bêdeng bikin... Konsepta tunekirinê ya veşartî dihate meşandin bi navê 'çareseriyê' dihate nixumandin. Dewleta Tirk gaveke bi tenê jî nediavêt. -
ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Avêtin ser avahiyên HDP’ê ya Stenbolê
Polîsên Tirk avêtin ser avahiyên HDP’ê ya Stenbolê ku ji bo balê bikişîn ser berxwedana zindanan pankartek daliqandibûn. -
Li Îzmîr û Alanyayê çar kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Îzmîr û Alanyayê avêtin ser malan û 4 kes destgîr kirin. -
Tirkiyeyê agahiyên malî neda Elmanyayê
Elmanyayê dixwest ku Tirkiye agahiyên malî yên hemwelatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê dijîn ji Enqereyê werbigirta. Derket holê ku ev agahî ji Wezareta Bacê ya Elmanyayê re nehatiye şandin. -
HDP: Li dijî dagirkirina Efrînê em dengê xwe bilind bikin
HDP'ê ragihand ku li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê tê meşandin û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî dagirkirina Efrînê û herêmên din, her wiha li hemberî sûcên şer hemûyan dengê xwe bilind bike. -
Ciwan li Stenbolê li dijî tecrîdê meşiyan
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, meşiya. -
Olûç: Em ê sekna xwe ya bi biryar bidomînin!
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got, "HDP ne dikaneke ku deriyê wê bê girtin. Tevgereke mezin a gel e. Di mijara siyaseta demokratîk de em ê sekna xwe ya bi biryar dewam bikin, ji vê yekê tawîzê nedin. -
Berwarî bal kişand ser serdana Akar: Nîşaneya şer û êrişeke nû ye
Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî diyar kir, serdana fermandarên şerê taybet ên Tirk Hûlûsî Akar, Yaşar Guler û Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê, nîşaneya êrişeke nû ya li dijî PKK'ê û şer e. -
'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -3
Artêşa ku wê modela Rajafakse li qadê bi cih bianiya, plansaziyek li gorî vê modelê amade kir. Navê wê jî plana çalakiyê ya 'Binaxkirin-Paqijkirin' bû. Bajar, gund û wargeh hemû di çarçoveya vê plansaziyê de hatin dorpêçkirin, bombekirin û valakirin. -
ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li 10 bajaran serdegirtin: 20 kes destgîrkirin
Navenda wê Balikesîr li 10 bajaran avêtin ser malan, 20 kes destgîrkirin. -
Milîsên HBDH’ê li dijî kargeha rêveberê AKP’ê çalakî kir
Milîsên HBDH’ê, roja 16’ê Çileyê otobûs û barhilgirek ên li rawestgeha wesayîtan a Yedîemîn a li Buyukçekmeceyê dan ber agir. -
Însiyatîfa Zarokên Agir gelek cihên kar û wesayît şewtandin
Însiyatîfa Zarokên Agir di 16-18’ê Çileyê de li 5 bajaran gelek cihên kar û wesayît şewitandin. -
Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir, êşkence lê hate kirin
Girtiyê bi navê Omer Levent li Girtîgeha Tîpa a Kurkçulerê ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir, gardiyanan êşkence lê kir. -
Akar û Yaşar li Hewlêrê ne
Wezîrê Parastinê yê Tirk û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşê Yaşar Guler serdana Hewlêrê kirin. -
'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -2
Di destpêka salên 1970'î de piştî ku çeteyên sivîl li Srî Lankayê hatin bikaranîn, şerê li dijî gelê Tamîlê hîn bêhtir qirêj bû. Qîma xwe bi vê jî nînin, koçberiya bi darê zorê li ser Tamîliyan tê ferzkirin û demografî tê guhertin. -
ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.