HDP'ê derheqê girtina partiya wan got: Hûn ê berdêla vê bidin!

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got yên ku bi HDP'ê nikarin, nîqaşa girtina partiyê vekirine û got, ''Hûn ê berdêla vê bidin.''

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li Meclîsa Tirk têkilî rojevê daxuyaniya çapemeniyê da.

Olûç li ser nîqaşa partiya wan got,''Desthilat di ser darazê re dixwaze zextê bike û encamê bistîne. Gefê li darazê dixwe. Dibêje, ''...Heke Serdozgeriya Komarê ya Darazaa Bilind demildest ya hewce neke em ê serlêdane bikin. Ango dibêjin, ''Demildest a hewce bikin''. Ev bi rengekî aşkere talîmat e.''

Derheqê îdîanameya doza 6-8'ê Cotmehê ku di nîqaşa girtina HDP'ê de dikin hincet, Olûç got,''Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî çi dike? Dibêje, îdînameya doza 6-8'ê Cotmehê ji bo girtina HDP'ê bes e. Ev hê îdîaname ye. Hê danişîna pêşî ya vê dozê jî jî nehatiye kirin. ''

Olûç bi berdewamî got, ''Îdîanameya 6-8'ê Cotmehê îdîanmeya kemîna siyasî ya bi kontrola MHP'ê ye.''

Olûç her wiha got, ''AKP bi derdorên ku duh lê digeriyan wan bigirin hatiye cem hev, îro dixwaze HDP'ê bigire. Nîqaşên doza girtina HDP'ê her wiha ew mikurhatin e ku dibêje, ''Me bi HDP'ê nekarî'' û domand, ''Hûn çi jî bikin wê HDP hêza sereke be ku hevsengên siyasî û encaman diyar dike.

Heke were girtin  6 milyon dengên HDP'ê wê bibe 10 milyon.''

Olûç biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derheqê Hevserokê rehîn ê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bibîr xist û diyar kir, vê biryarê gotiye, ''Dozên ku ji 2015'an û vir ve li HDP'ê vedibin ne hiqûq, dozên kemîna siyasî ne'', ev pejirand. Got, ''Di van dozan de desthilat bi îçtîhate niyeta xirab e, desthilat hêza xwe bi kar tîne, di ser darazê re zextê dike û ji bo ku HDP'ê tasfiye bikin ev doz têne vekirin. Ev biryareke pir girîng e. 

Olûç her wiha diyar kir bi biryara DMME'yê ji Tirkiyê re hatiye gotin xala 46'an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê bi cih bînin lê li şûna vê desthilata Tirk bi meseleya girtina HDP'ê dixwaze ku nîqaşa vê neyê kirin.

Olûç her wiha got, ''Heke biryara DMME'yê neyê bicihanîn û HDP were girtin, berdêla vê wê hemû Tirkiye bide.''

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç herî dawî wiha axivî: ''Em bang dikin. Bang li hemû partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, welatiyên demokrat û xwedî ûcdan dikin. Em dibêjin, bibin xwedî helwesteke rêgezî. Helwesta rêgezî ew e ku mirov li siyaseta demokratîk xwedî derkeve. Mirov li rêgezên hiqûqa gerdûnî derkeve.'' û diyar kir mesele ne tenê meseleya HDP'ê ye, mesele, ''meselya dmafên demokratîk û azadiyan e. Mirov li hemûyan xwedî derkeve wê derfetekê bîne ku Tirkiye ji halê heyî derkeve. Heke hemû Rêxistina Civaka Sivîl, partiyên siyasî, muxalefeta civakî û siyasî, welatiyên demokrat û xwedî ûcdan em hmeû bi hev re gav bavêjin, xwedî li mafên demorkatîk, azadiyan û rajoriya hiqûqê derkeve, em dikarin gavên ku Tirkiyê demokratîk bikin bavêjin.''