Serokwezîrê Iraqê bi Serokê MÎT'ê re hevdîtin kir
Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî bi Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir.
Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî bi Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Iraqê ve hate kirin, di hevdîtinê de mijarên îstîxbarata hevpar û hevkariya ewlekariyê ya navbera herdu welatan hate nirxandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo pêkanîna aramiyê bi taybetî li herêmên sînorê hevpar, ji bo xurtkirina ewlehiya herêmî herdu aliyan li hev kirin ku hevkariyê zêde bikin.
Li gorî daxuyaniyê, dosyayên ewlekariya hevpar, parvekirina îstîxbaratê, koordînasyona agahiyan û pêkanîna ewlehiya sînor a navbera Iraq-Tirkiyeyê hewldanên hevpar hatin nirxandin.