Tirsa Walîtiya Êlihê ya ji berxwedêrên zindanan

Di demekê de ku berxwedana zindanan a li dijî tecrîda li Îmraliyê dom dike, Walîtiya Êlihê biryara ‘qedexekirinê’ derxist.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîda girankarî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin di roja 49’emîn de dewam dike.

Walîtiya Êlihê, ji ber çalakiya greva birçîbûnê, heya 14 rojan çalakiyên li derdora Girtîgeha Tîpa M a Êlihê bên lidarxistin qedexe kirin.