HDP: Bahçelî zextê li darazê dike

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Umît Dede got: “Bahçelî zextê li darazê dike û bi vî rengî sûcê destûra bingehî dike.”

Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Hiqûqê ya HDP’ê Umît Dede daxuyaniyek da û got: “Dewlet Bahçelî bi bikaranîna hêza ji hevkariya desthilatê, bi daxuyaniyên dide ji bo doza girtinê ya di derbarê HDP’ê de veke, bi vekirî ferman dide Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û zextê li darazê dike. Bahçelî bi vekîr sûcê destûra bingehîn dike. Sernavê ‘Serxwebûna dadgehê’ ya Destûra Bingehîn a madeya 138’an vekirî ye”

Dede diar kir ku Bahçelî têkildarî dozên 6-8’ê Cotmehê berê darazê dide guherîn û zextê dike û got: “Ev jî bandorkirina hewldana daraza adil e, dikeve çarçoveya sûc.”

Dede destnîşan kir ku ji ber ku Bahçelî bandorê li darazê dike, bi daxuyaniyê xwe yên zextê li sazî û fermanê dide, dikeve çarçoveya sûc a qanûnî û destûra bingehîn darazê vedixwînin erka xwe bicih bîne.