ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

-Nivîskar Îhsan Elîaçik diyar kir ku desthilatdarên AKP'ê zanin ku jiyan wê ji niha û pê ve ji bo wan nebaş be û got, "Ji ber vê tirsê xew bi çavê wan nakeve. Ji bo ji desthilatdariyê nekevin, bi her awayî zextê dikin."

Ekonomîst Dr. Îzzet Sabir diyar kir, ji krîza aboriyê ya li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, hikumeta federal û ya herêmî berpirsyar in.

Armanc li xaka Botanê şahidiyê ji hezaran çîrokên berxwedanê re dike û bi gotina şervan û hevrêyên wî, manîfestoya şer e.

Piştî ku li Qerebaxê dawî li şer hate anîn, lîderên Ermenistan û Azerbaycanê yekemcar bi malovaniya Rûsyayê li hev civiyan. Tê ragihandin, ku hîn jî gelek pirsgirêk li benda çareseriyê ne.