Ji ber çalakiyên piştgiriya Kobanê cezayê muebetê li 7 kesan hate birîn

Li Dîlokê ji ber ku tevlî serhildana 6-8’ê Cotmehê ya çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê bûne li 7 kesan cezayê muebetê hate birîn.

Çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê ji ber gotinên serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan geş bûbû. Serokwezîrê dewleta ku piştgirî dida DAÎŞ’ê wê demê gotibû ‘Kobanê dike bikeve’. Ji ber van gotinan li gelek bajaran çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.

Di serhildana 6-8’ê Cotmehê de jî li Dîlokê 5 kes miribûn, 42 kes jî birîndar bûbûn. Derbarê van protestoyan li 10 kesan doz hatibû vekirin. Di rûniştina biryarê de ya doza derbarê 7 kesan de bi hinceta ‘Yekîtiya dewletê xera kirin’ cezayê muebetê û ji 3 ‘sûc’ên cihê jî bi giştî 3 sal 6 meh û 14 roj cezayê girtîgehê hate birîn.

Di vê rûniştinê de kesên girtî tune, bi tenê Ayhan Işık tevlî parêzerê xwe tevlî rûniştinê bû. Parêzeran xwestin Işık û kesên din ên tên darizandin beraat bikin.

Derbarê Ayhan, Îmam, Îbrahîm, Mehmet û Mûhîttin Işık, Mehmet Caymaz û Îzzet Nas cezayê muebetê hate birîn. Ayhan Işık ê ku tevlî rûniştinê bû jî hate girtin.

Derbarê N.U, A.I û A.K ên di heman dosyeyê de jî biryara beraatê hate dayîn.