Şam, ji ber şewata daristanan ji YE’yê alîkarî xwest

Şewata daristanan a li peravên bajarê Lazqiyê ya Sûriyeyê ev 6 roj in didome. Nêzî 100 km² daristan ji ber şewatê bû xwelî.

Hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê, ragihand ku wan ji ber şewatên daristanan ên ku bandor li welêt kirine, ji Yekîtiya Ewropayê (YE) alîkarî xwestine.

Wezîrê Karûbarên Awarte û Karesatan Raid el-Salih, got ku wan ji bo têkoşîna vemirandina agir alîkariyê ji YE’yê xwestin e. Raid el-Salih got ku tê peyîn balafirên agirkujiyê ji Qibrisê bêne şandin û got ku tîmên ji Urdun, Tirkiye û Lubnanê jî beşdarî hewldanan vemirandina agir bûne.

5 HEZAR KES BANDOR BÛNE Û GUND HATIN VALAKIRIN

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), ragihand ku agir ji %3’yê bêhtir ji daristanên Sûriyeyê wêran kiriye û hate gotin ku bandor li dora 5 hezar kesan kiriye. Hin gundên Lazkiyeyê hatin valakirin, lê ti qurbanî çênebûn.

Li gorî rayedaran germahiya zêde, bayên bihêz, erdê çiyayî û mayînên ji ber şer mayî hewldanên vemirandina agir zehmettir dikin. Wezîr Salih, diyar kir ku şevê agir li gundê Heseniyeyê dest pê kiriye, jin û zarok hatine tehliyekirin û got ku agir bi piştgiriya şêniyên herêmê hate kontrolkirin.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), ragihand ku Sûriye bi şert û mercên avhewayê yên herî xirab ên 60 salan re rû bi rû ye.