Operasyonên qirkirina siyasî li Kadikoyê protesto kirin

HDP jî di nav de gelek partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên li Kadikoyê hatin ba hev, operasyonên qirkirina siyasî ku li dijî ESP’ê ku li 12 bajaran pêk hat, protestokirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP), Partiya Şoreşgerên Yekbûyî û Partîzan jî di nav de gelek partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl li Kadikoyê hatin ba hev destgîrkirian Hevseroka ESP’ê Ozlem Guneş jî di nav de a 48 kesî protesto kirin.

Çalakî li pêşiya Operaya Sûreya ya li Kadikoyê pêk hat û pankarta bi nivîsa ‘Hêza we nikare bi me, em ê bi ser bikevin’ vekirin û dirûşmên ‘Destgîrkirin, zext û girtin nikarin bi me’, ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ û ‘Bi bûna yek em ê bi ser bikevin’ hatin qîrkirin. Di çalakiyê de Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Îdîl Ûgûrlar, Hevserokên HDP’ê ya Bajar Elîf Bûltû Erdal Avci, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl axivîn.

Endama MYK a ESP’ê Denîz Aktaş axivî û got: “Heqin ku ditirsin. Em ê vê tirsa wan vegerînin serhildanekî hê mezintir.”

Nûnera Kaldiraçê Yûsûf Alp jî anî ziman ku wê berxwedana li dijî hemû êrîşên dom dike, belav bikin û got: “Em ê berxwedanê bikin yek û mezin bikin.”

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlar jî got: “Êrîşî her kesê dikin ku hêza wan a xurtkirina têkoşînê hene. Zext û tecrîd nikare bi me. Em ê bi ser bikevin.”

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût anî ziman ku her êrîş bikin ew jî têkoşînê dikin û wiha pêde çû: “Dikarin hevalên me bigirin, em ê jî ji derve têkoşîna xwe bidomînin.”

Li ser navê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz jî axiî û got: “Hevalên me destgîrkirin, lê em ê dev ji bûna dengê karker û jinan neberdin.”

Piştî axaftinan xwendekarê Kaldiraçê Tûgen Gumuşay metna çalakiyê xwened.