2 sal 1 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Karaman birîn

Ji bo Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ê ji aliyê AKP-MHP’ê ve ji erkê hate girtin 2 sal û 1 meh cezayê girtîgehê birî.

Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ê di serdegirtina malan a 15’ê Cotmeha 2019’an a li Colemêrgê hate destgîrkirin û piştrî 2 rojan ji aliyê AKP-MHP’ê ve ji erkê hate girtin, rûniştina doza wî ya 7’an pêk hat.

Rûniştina ku li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê pêk hat, Karaman ê di rûniştina berî niha de hate berdan, Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede li gel endamên partiyê parêzer jî amade bûn.

Karaman daxwaza berdanê kir. Parêzeran jî daxwaza berdana Karaman kirin.

Heyeta dadgehê bi îdîaya ‘li gel endambûna rêxistinê, li ser navê rêxistinê sûc kirin’ 2 sal û 1 meh ceza da Karaman.