Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe

"Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê" ku ji aliyê ÎHD, TTB, OHD, TÎHV û ÇHD'ê ve hate avakirin, diyar kir ku divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên li girtîgehan bi dawî bibin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li girtîgehan, ji 27'ê Mijdara 2020'î ve di greva birçîbûnê de ne. "Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê" ku têkildarî grevên birçîbûnê ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ve hate avakirin, li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan li civînê axivî û diyar kir ku grevên birçîbûnê heta niha li 107 girtîgehan belav bûne. Turkdogan bi bîr xist ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û rakirina tecrîda li Îmraliyê, girtî ji 27'ê Mijdara 2020'î ve di greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne û ragihand ku binpêkirina mafên mirovan a demeke dirêj e li girtîgehan dewam dike, ev yekê hertimî kiriye.

'DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ ANÎN'

Turkdogan got, "Ji bo girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, beriya niha grevên birçîbûnê hatibûn kirin, bi bandora van grevan bi demkî tecrîd hatibû rakirin, lê belê ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve hevdîtin dîsa hatiye qedexekirin. Ev rewş li dijî Pîvanên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî ye, li dijî pêşniyarên CPT ye û li Qanûna Cezakirinê ya bi hejmara 5275'an nayê. Divê Wezareta Edaletê tavilê dawî li vê kiryara neqanûnî bîne û parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin."

Turkdogan ji bo dawî li êşkence, kiryarên xerab ên li girtîgehan û dermannekirina girtiyên nexweş bê girtin, bang li Wezaretên Edalet, Karên Hundir û Tenduristiyê, Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê, Saziya Kontrolê ya Cemaweriyê û saziyên pêwendîdar hemûyan kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

'DIVÊ WEZÎRÊ EDALETÊ GAVÊ BIAVÊJE'

Ozturk Turkdogan diyar kir ku li girtîgehên greva birçîbûnê lê dewam dike, divê kontrolên tenduristiyê bi rêk û pêk bên kirin, li gorî protokolan bersiv ji pêwîstiyên xwarinê re bê dayin û got, "Karên ji aliyê tibî ve bên kirin divê ji girtîgehan re bên şandin û bikin ku vê prosedurê pêk bînin. Bi navê saziyên maf, hiqûq û tenduristiyê, ji bo tenduristiya girtiyên li 107 girtîgehan ketine greva birçîbûnê nekeve nava metirsiyê, em bang li Wezareta Edaletê û saziyên pêwendîdar dikin ku dawî li binpêkirina mafên mirovan bînin û ji bo tecrîd bê rakirin tavilê gavê biavêjin. Bi navê Koordînasyon Şopandinê em ê li asta navendî û xwecihî bikevin nava hewldanan, têkildarî rewşê raporê amade bikin û bi raya giştî re parve bikin."