Komeleya Mafên Mirovan şaxê Wanê, Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a sala 2020'î li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet rapor eşkere kir û bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Melet got, "Li Tirkiyeyê ji bo pirsgirêk hemû bên çareserkirin, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin, beriya her tiştî divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.
Melet bi bîr xist ku li bajarê Wanê 1.515 roj in Walîtî çalakiyan qedexe dike û diyar kir ku di nava salekê de li bajêr 2 hezar û 410 carî mafên mirovan hatine binpêkirin.