Li Îtalyayê çeteyên ku li ser Tirkiyeyê qaçaxçitiya koçberan dikir hat bêbandorkirin

Polîsên li herêma Calabria ya li başûrê Îtalyayê, tora qaçaxçitiya mirovan bêbandor kirin.

Di operasyonên ku li bajarê Reggio di Calabria yê Îtalyayê û derdora wê hatin kirin de, 25 gumanbar hatin binçavkirin û 43 kes jî hatin lêpirsîn.

Li gorî rayedaran, çeteyan di navbera salên 2017 û 2022’yan de ji Tirkiyeyê ber bi Îtalyayê ve bêhtirî 30 seferên keştiyan organîze kirine. Li ser van rêyan, carinan jî bi keştiyên qerebalix, nêzîkî 2 hezar koçber ber bi Îtalyayê ve hatine veguhastin.

Hat ragihandin ku tora çeteyan bi pereyên ji koçberan hatine girtin 10 mîlyon euro qezenc kirine û hat gotin ku sêyeka vê pereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin û lêpirsîn li ser wan hatiye kirin, bi eslê xwe Tirk, Gurcistanî, Ukraynî û Moldovayî ne.

Îtalya di navenda rêyên koçberiyê yên ji Rojhilata Navîn û Efrîkayê ber bi Ewropayê ve diçe de ,cih digire. Di şeş mehên ewil ên sala 2025’an de bi qasî 30 hezar koçber gihîştin peravên Îtalyayê.