Sê rêxistinên din jî tevlî kampanyaya 'Dema wê ye' bûn

ELDH, New World Summit û AIDL jî ragihandin ku ew tevlî kampanya rêxistinên KHRAG û COSATU yên Efrîkaya Başûr bûne ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye.

Koma Xebatê ya Kurd a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Efrîkaya Başûr (COSATU) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha bi demeke kurt dest bi kampanya "Dema wê ye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê, azadî ji Abdullah Ocalan re" dest bi kampanyayê kiribûn. Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiya Ewropayê (ELDH), New World Summit (Civîna Bilind a Cîhanê ya Nû) û Tifaqa Parastina Azadî û Mafan a Navneteweyî (AIDL) jî ragihandin ku ew tevlî kampanyayê bûne.

Di daxuyaniya ELDH'ê de hate ragihandin ku ew piştgiriyê didin kampanya "Dema wê ye: Ji bo aştiya wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re" ku ji bo Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de bikeve nava liv û tevgerê hatiye destpêkirin.

2 jê li Yewnanistan û Tirkiyeyê, li welatên Bask, Belçîka, Bûlgaristan, Elmanya, Îngilistan, Fransa, Yewnanistan, Îtalya, Makedonya, Rûsya, Sirbistan, Swîsre, Spanya û Ûkraynayê komeleyên ELDH'ê hene.

New World Summit jî ku navenda xwe li Hollandayê ye, rêxistineke welê ye ku karên siyasî û hunerî dimeşîne.

New World Summit, ji bo gelên bêdewlet, civakên xweser û rêxistinên qedexekirî bi rengê siyasî û hunerî, bi navê civîna bilind a gelan platforman ava dike.

New World Summit salên dawî bi taybetî ji bo Rojava, hem li Rojava hem jî li Ewropayê çalakiyên hunerî-siyasî yên cihêreng li dar dixe û bi beşdariya beşên civakî û siyasetî yên alternatîf, rûniştinên meclîsê pêk tîne. New World Summitê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew tevlî kampanyayê dibe.

International Alliance for Defence of Rights and Freedoms (AIDL) ku navenda wê li Parîsê ye û li Cenevre û Brukselê buroyên xwe hene, bi girganî ji bo azadî û mafên mirovan ên li Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn kar dike.

AIDL li Cenevreyê, ku saziyên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî lê ye, beşdarî kampanya KHRAG û COSATU bû û ragihand ku wê li Neteweyên Yekbûyî ji bo kampanyayê bixebite.

ANF | Li Başûrê Efrîkayê 'Kampanya Navneteweyî ya ji bo Azadiya Ocalan' dest pê kir (anfkurdi.com)