Fîrmayeke dî jî nema parçeyan dide SÎHA'yên Tirk

Şîrketa Andaîr a Ingilîz biryar li ser da ku parçeyan nede amûrên hewayî yên bêmirov ên Tirk ên bi Bayraktar.

Li gorî daxuyaniya Andaîrê li ser serîlêdana Sefareta Ermenîstanê lê hatiye kolan parçeyên ku dane Tirkiyê ji bo amûrên hewayî yên biçek ên bêmirov hatine bikarnaîn. Li ser vê fîrmayê biryar stand ku nema parçeyan bifiroşe Baykar Makîne ya li Tirkiyê.

Piştî ku di nav SÎHA'yên Bayraktar de ku li Qerebaxê hatibû xistin, piştî ku tespît bûbû pompeyên sotemeniyê yên Andaîrê li ser hene, li dijî fîrmayê kampanyayeke navnetewî dest pê kiribû.