Ji profesorê sosyalîst ê Emerîkî piştgiriya ji bo banga Rêber Apo
Profesorê wêjeya sosyalîst ê Emerîkî Warren Montag piştgirî da 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku di 27'ê Sibatê de hate eşkerekirin.
Profesorê wêjeya sosyalîst ê Emerîkî Warren Montag piştgirî da 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku di 27'ê Sibatê de hate eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hate kirin, profesorê wêjeya sosyalîst ê Emerîkî Warren Montag bi peyamekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokraîk a Rêber Apo û biryarên kongreya PKK'ê.
Peyama Montag bi vî rengî ye:
"Ez jî dixwazim tevlî wan dengan bibim ku piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê, ku di navbera hikumeta Tirk û nûnerên siyasî yên gelê Kurd de tê meşandin û armanca xwe çareseriyeke wekhev a ji bo şerê bi dehan salan e. Ev pêvajo berevajî polîtîkayên qirkirin, paqijiya etnîkî û şer ku hin welat dişopînin, xwedî wê potansiyelê ye ku nexşerêyeke aştiyane pêşkêş bike."
MONTAG KÎ YE?
Warren Montag profesorê wêjeya sosyalîst ê Emerîkî ye, li College Occidentalê li qada Wêjeya Beramberkirinê û Îngiliz dersê dide. Montag bi karên xwe yên li ser teoriya Fransayê ya sedsala 20'î, Althusser û derdora wê tê naskirin. Her wiha berhemên ramanger Spinoza, Locke, Hobbes û Adam Smith jî lêkolîn kir û lîberalîzma polîtîk û nakokiyên di ezeztiyê de lêkolîn kir.
Montag di heman demê de tevkarî li tevgera sosyalîst kir, di kolektîfeke nêzî fikrên Ernest Mandel (1976-1978) û rêxistinên Workers Power û Solidarity (1978-1990) de bi roleke çalak rabû. Montag ku edîtorê kovara Decalagesê ye li qada rexneya wêje û felsefeya marksîst de berhemên girîng afirand, bi taybetî jî bi karên xwe yên têkildarî mîrateya Althusser bal kişand.