Jinên ku ji gelek bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêşengtiya 'Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye' û bi daxwaza 'Aştiyê' hatin Enqereyê, xwestin ji Guvenparkê heta Meclîsê bimeşin, lê hatin astengkirin. Tevî astengkirinan jî jin ji deriyê Çankayayê heta Parka Meclîsê meşiyan û li wir daxuyanî dan.
Jinan li vir govend gerand û dirûşm berz kirin. Piştre jî daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankartên “Qeyûman paşve bikşînin û bila siyaset êdî sûc nebe”, “Bila di hevdîtinên aştiyê de jin jî bên temsîlkirin” û “Bila qanûna têkoşîna li dijî terorê were rakirin” hatin hilgirtin. Jinan, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Na ji şer re aştî a niha” berz kirin.
Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Berdevka Demê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Zelal Angay ve û ya bi Tirkî jî endama 'Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye' Ferîde Eralp ve hate xwendin.
Zelal Angay got, divê di pirsgirêka Kurd de feraseta “yekperest” û “ewlehîperest” were terikandin û divê hebûna gelekî û her cureyên îtîraza wan weke “teror” neyê dîtin û ev feraset were terikandin. Bi domdarî Zelal Angay bûyerên li Rojhilata Navîn û qirkirinên li dijî Kurdan, Elewî, Êzidî û Filistîniyan, tayînkirina qeyûman, operasyonên li dijî partiyên muxalîf, qedexekirina kolanan û hwd. bi bîr xist. Zelal Angay bang li Meclîsê kir ku ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigire.
Zelal Angay da zanîn ku ew ji bo çareseriya demokratîk û wekhevîparêz a pirsgirêka Kurd bi 3 daxwazan hatine pêşiya Meclîsê.
Zelal Angay ev daxwazên jinan rêz kir:
"*Bila siyaset êdî nebe sûc û ‘Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’ were rakirin. Bila girtiyên siyasî bên berdan.
* Divê operasyonên li derveyî sînor, pratîkên herêmên ewlehiyê yên taybet û komkirina leşkeran a li van herêman bên rawestandin.
*Bila qeyûm paşve bên kişandin."
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gultan Kişanakê jî di daxuyaniyê de axivî û got: "Hatina vê parlamentê tê wateya girtina berpirsiyariyê. Pirsgirêka herî mezin a vî welatî êşa ku ji ber şer çêdibe ye ku dilê dayikan diêşîne. Bidawîkirina vî şerî berpirsyartiya stûyê we ye. Vê berpirsyartiyê îro em anîne vê derê. Peywira we ew e ku hûn şer bi dawî bikin."