Bi çalakiyekê li Fatîhê xwedî li greva birçîbûnê derketin

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Fatîhê bi armanca xwedî li daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne derkevin, daxuyaniyek dan.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Fatîhê bi armanca destekê bidin girtiyên siyasî yên ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek dan.

Li gel rêveberên navçeyê Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Wekîla HDP’ê Zuleyha Gulum li vir axivî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê destpêkiriye û belavî hemû girtîgehan bûye, li ser Tirkiyeyê hemû ye û tavilê divê dawî li tecrîdê bê. Gulum got: “Hem li gorî hiqûqa navneteweyî û hem jî ya Tirkiye tecrîd sûc e. Tecrîda li Îmralî bê ku guh bide hiqûq, qanûn û peymanên navneteweyî didome. Polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan tên pêkanîn hemû civak jê bandor dibe, girtî li dijî vê ketine greva birçîbûnê.”

Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Seyran Îpek jî axivî û diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê şewba vîrûsê ji bo xwe fersend dît û li hemû girtîgehan tecrîd pêş xist. Îpek got: “Ji bo dawî li tecrîda li ser Ocalan bê anîn girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Li 100 girtîgehan zêdetirî 2 hezar û 500 kes di grevê de ne. Divê tavilê daxwazên girtiyan bên bicihanîn. Ji rewşên neyînî ku derkevin desthilat berpirse.”

Daxuyanî bi dirûşim û çepikan bi dawî bû.