Ji hêza HDP'ê ditirsin

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş desthilata ku pê dizane raqîbê sereke HDP ye û hay ji hêza wê heye, bi vê tirs û dijminatiyê êrîşê tîne ser HDP'ê.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got hewl tê dayin bi hêza darz û medyayê, bi rêbazên derî sincê HDP'ê li derveyî siyasetê bihêlin û got, ''Dibêjin ew ê doza girtinê vekin, alîkariya xezîneyê bibirin. Ti doz û birîna pereyan nikare bi milyonan bigire. Ev ne pêkan e. Em xurt in, ew qels in. Em hêza xwe ji biheqbûna xwe, rewabûna xwe, ji têkiliya xwe ya bi civak û hiqûqê distînin.''

Beştaş diyar kir ew siyaseta li ser dijminatiya HDP'ê û Kurdan red dikin û got reqabeke bi sinc nayê kirin.

Beştaş bal kişande ser hevdîtina Erdogan û Bahçelî ya 5'ê Çile û got li ser operasyona bi ser hebûna HDP'ê de axivîne û yek ji miijaran jî guherîna qanûna hilbijartinê ye. Beştaş got, ''Hevdîtin li raya giştî tê axaftin û hin gotegot hene. Dawiyê şîrîkê hev in û pir xitimîne. Nexasim encamên hilbijartina Emerîka û rewşa ji ber krîza aborî li ber çavan e .Nîqaşa di navbeyna AKP û MHP'ê de li ser HDP'ê û meseleya Kurdan tê kirin.''

Beştaş bi domdarî got dixwazin ku kes nêzî HDP'ê nebe, bi HDP'ê re hevkariyê neke, medyaya alîgir jî dixwaze HDP'ê weke Iblîs, rêxistina sûc nîşan bide û ev encama polîtîkayeke bi zanebûn e. Beştan got, ''Ez jî dizanin ku HDP xurt dibe, mezin dibe û nikarin pêşî li vê bigirin. Di van hevdîtinan de, nîqaşan de, li dijî partiya me konsepta êrîşê tê kirin.''

Beştaş her wiha got, ''Hevkarên desthilatê ku nikarin bi me re reqabetê bikin, bi destê darazê, bi rêbazên ne meşrû dixwazin me li derveyî siyasetê bihêlin. Em xurt in, ew qels in. Em hêza xwe jî ji biheqbûna xwe, ji meşrûiyeta xwe, ji têkilya xwe ya bi gel û hiqûqê distînin.''

Serokwekîla Koma HDP'ê Meraş Daniş Beştaş diyar kir polîtîkaya sereke niya AKP-MHP'ê dijminatiya li HDP'ê û Kurdan e û got, ''Ev tiştekî pir xirab e. Dizanin ku raqîbê wan ê herî mezin em in û bi hêza ku demokrasiyê bîne vî welatî dizanin. Reqabetê ne bi sincî lê bi rêbazên derî sincê siyasetê dikin. Dibêjin ew ê doza girtinê vekin, alîkariya xezîneyê bibirin. Ti doz û birîna alîkariya xezîneyê nikare bi milyonan bigire. Ev ne pêkan e. Em bibêjin em girtin an jî alîkariya xezîneyê birîn, niha bi dehan milyon wê biçin dengê xwe bidin wan? Tiştekî whia nîne. Bi her rengî em ê israra xwe ya di siyaseta demokratîk re li ser hîmê meşrû û demokratîk bidomînin.''