ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şaîrê Kurd Deham Hesen çû ser dilovaniya xwe
Şaîrê Kurd Deham Hesen li Qamişlo çû ser dilovaniya xwe. -
Beştaş: Ocalan reçeteya aştiyê ye
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û got, “Abdullah Ocalan ji bo vî welatî reçeteya aştiyê ye.” -
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê ji holê rakin
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Em ê tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin.'' -
Li dijî tecrîdê greva birçîbûnê li Helsînborgê didome
Li dijî tecrîdê çalakiya grêva birçîbûnê ya li Helsînborgê ya başûrê Swêd bi koma 6'an didome. -
Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan wê name ji NY re were şandin
Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) were şandin. -
Dadgeriya Tirk biryara girtina Ayşe Gokkan da
Dadgeriya dewleta Tirk biryara girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan da. -
Tîma Bersivdanê li Arnavûtkoyê febrîqeyek şewitand
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Kawa Çekdar ragihand ku wan li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê febrîqeyeke pêlavan a "Hevkarekî AKP-MHP'ê" şewitandine. -
ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Çend ji sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Guneş: Ez tazî kirim û êşkence li min kirin
Gokhan Guneş ê ku hatibû revandin got, ''Ez tazî kirim û êşkence li min kirin. Gotin, ''Em ê tecawizî te bikin.'' -
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû hate berdan
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû di rûniştina destpêkê ya dozê de hate berdan. -
Buldan: Heta ku tecrîda li Imraliyê ranebe çareserî nabe
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, heta ku tecrîd ranabe çareserî çênabe. Buldan her wiha got,''Divê guhê her kesî li girtîgehan be.'' -
Li Îdirê jinek hate kuştin
Li Îdirê ji ber ku Dîlan K. dixwest ew û Marûf K. dev ji hev berdin, Marûf K. ew kuşt. -
Gokhan Guneş ê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû revandin, hate berdan
Gokhan Guneş ku 20'ê Çileyê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate revandin, vê sibehê li Başakşehîrê bi rengekî çavgirtî hate berdan. -
ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Çend ji sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Serkewt Şemsedîn: Ji bê şermiya Mesûd matmayî me
Parlementerê Kurd yê li Bexdayê Serkewt Şemsedîn li ser hesaba xwe ya Facebookê rexne li Serokê PDK’ê digre û pêşniyar kiriye ku dest ji girêdana dûvikê xwe ya bi rêxistinên sîxurî yên dagirkeran a li Kurdistanê re berde. -
'Bêyî têkoşîna civakî tecrîd ji holê ranabe'
Seroka Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û Hevserokê TUHAY-DER ê Marmarayê Husnu Taş bal kişandin ser berxwedana li zindanan û diyar kirin ku tecrîd bi têkoşîna civakî û xwedîderketina li berxwedanê dikare ji holê bê rakirin. -
ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Kesên li aqûbeta Gokhan Guneş pirsîn hatin destgîrkirin
Malbat û hevalên wî yên ku li aqûbeta Gokhan Guneş pirsîn careke din hatin destgîrkirin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir li bajarên Tirk çalakî kirin
Însiyatîfa Zarokên Agir li bajarên Tirk Amasya, Stenbol, Izmîr û Konyayê çalakî kirin û 3 fabrîkayên nîjatperestên Tirk dane ber êgir. -
Baroya Amedê û ÎHD'ê bi siyasetmedarên girtî re hev dîtin
Şandeyeke Baroya Amedê û Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê bi gelek siyasetmedarên rehîn re hev dîtin. Piştî hevdîtinê hate xwestin ku siyasetmedar werin berdan. -
Jinên Tîrêjên Rojê çalakî kirin
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li gelek bajaran dijî dagirkerî û hevkariyên dagirkeriya Tirk çalakî kirin. -
Dewleta Tirk li bajarê Bordeaûxê hate şermezarkirin
Dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, tecrîd û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan, li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
DAÎŞ'ê li Tîkrîtê êriş kir: 11 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin
Li bajarê Tîkrîtê yê Iraqê, çeteyên DAÎŞ'ê êriş kirin. Herî kêm 11 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin. -
Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên civakî li hev civiyan
Bi banga Komîsyona Rêxistinên Civakî yên Sivîl a HDP'ê, li Stenbolê nûnerên 160 saziyên civakî yên sivîl li hev civiyan. -
Hevserokên HDP'ê yên navçeya Esenyûrtê hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya navçeya Esenyûrtê û hevserokên navçeyê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam destgîr kirin.